Taxên Geverê di dorpêçê de ne: 4 kes hatin binçavkirin 2022-10-05 13:23:02   COLEMÊRG - Li Taxa Orman a Geverê ku di bin dorpêça polîsan de ye, bi ser malan de hat girtin û 4 kes hatin binçavkirin. Her wiha li mînareyên mizgeftan kamera hatin bicihkirin.   Di 2’yê cotmehê saet di navbera 22.00-01.00’an de li nêzî Qereqola Polîsan a 75’încî Yilê ya li Taxa Kişla ya Gever a Colemêrgê du teqînên mezin pêk hatin. Piştî teqînê, wesayîta zirxî ya ku polîsên hêzên taybet tê de bûn û ber bi Taxa Ormanê ve diçû jî hat gulebarankirin. Di encama teqînan de notirvenek û herî kêm 3 polîs birîndar bûn. Ji birîndaran rewşa yekî giran e. Bi teqînan re ev 2 roj in taxên Orman û Kişlayê di bin dorpêça polîsan de ne. Di dema ketin û derketina taxê de li hemû wesayîtan lêgerîn tê kirin.    Îro di danê sibehê de polîsan li Taxa Ormanê bi ser malan de girt. Di encama serdegirtinên malan de welatiyên bi navên Mûstafa Bor, Bahoz Bor, Yakup Bor (52) û kurê vê Jîhat Bor (16) hatin binçavkirin.    NAHÊLIN KESEK JI MALÊ DERKEVIN   Hat ragihandin ku piştî serdegirtinên malan, polîsan mal xistine dorpêçê, gefan li welatiyan dixwin ku ji malên xwe dernekevin. Polîsan ji welatiyan re gotine ku dê koma keşfê li malan keşfê bikin.   KAMERA XISTIN MÎNAREYÊN MIZGEFTAN   Hat zanîn ku polîsên li taxê, li mînareyên mizgeftan kamerayên termal bi cih kirine. Polîsên ku her du tax xistine dorpêçê, di dema hatin û çûna welatiyan de nasnameyê jê dixwazin û li ser lêgerînê dikin. Duh bi şev jî polîsan li  Mizgefta Kişlayê ya Kevin kamera bicihkirin.