Danişîna doza akademîsyen Sozerî hat taloqkirin 2022-10-05 13:36:21   STENBOL - Ji ber nivîsa bi ser navê “Kê bi AKP’ê deng da windakirin?”, derheqê nivîskara Rojnameya Evrenselê Ceren Sozerî de doz hatibû vekirin. Danişîna dozê hat taloqkirin.    Serokê Lijneya Rêveber a Koma Medyayê ya Turkuvazê Serhat Albayrak, bi hinceta ku nivîsa nivîskara Rojnameya Evrenselê û akademîsyen Ceren Sozerî ya bi ser navê “Kê bi AKP’ê deng dan windakirin?” ku di 7’ê nîsana 2019’an de hatibû weşandin “ziyanê dide îtîbara wan a bazirganiyê”, gilî kiribû. Li ser giliyê Albayrak, derheqê Sozerî de bi daxwaza 200 hezar lîreyan doza tazmînatê hatibû vekirin. 6’emîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Bazirganî Asliye ya Stenbolê hat dîtin. Sozerî û parêzera xwe Devrîm Avci beşdarî danişînê bûn.    Parêzeran bi sedema ku rewşa civakî û aborî ya miwekîla wê dîsa bê ragihandin, dem xwest. Dozger jî xwest ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin. Şandeya dadgehê daxwaza parêzer qebûl kir û danişîn taloqî 1’ê adarê kir.