Ji parlamenterê AKP’ê Arvas re ji ber nelirêtiyê fezleke hate amadekirin 2022-10-05 14:10:56   WAN - Derket holê ku fezlekeya derbarê parlamenterê AKP’ê yê Wanê Abdulahat Arvas de hatiye amadekirin têkildarî nêlirêtiyeke di îhaleyekê de ye.   Di 3’yê Cotmehê de 65 dosyeyên parêzbendiyê yên 34 parlamenteran ku serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû û parlamenterên HDP’ê jî di nav de ne, pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê hatin kirin. Derket holê ku fezlekeya derbarê parlamenterê AKP’ê yê Wanê Abdulahat Arvas ku yek ji 34 parlamenterene de hatiye amadekirin têkildarî nêlirêtiyeke di îhaleyekê de ye. Hate diyarkirin ku di erheja di sala 2011’an de li Wanê pêk hatî de firmaya aydê Arvas di îhaleya veguhestinê de nelirêtî kiriye. Pişt re derbarê Arvas û firmaya wî de di sala 2011’an de doz hate vekirin. Hate hîn bûn ku nelirêtiya ku bûye mijara dozê veguheriye fezlekeyê.   Arvas ê AKP’î daxuyanî da û îdia kir ku doz ne li şîrketa wan li fîrmayeke ku navenda wê Stenbol e û xizmeta veguhestinê dike hatiye vekirin.