Ozlu yê li Girtîgeha Kurkçulerê tê ragirtin: Mafê me yê tedawiyê tê astengkirin 2022-10-05 15:08:39   EDENE - Yilmaz Ozlu yê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê tê ragirtin, bi lêv kir ku “lêgerîna nava dev” li wan tê ferzkirin û mafê wan ê tedawiyê tê astengkirin.    Yilmaz Ozlu yê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê tê ragirtin, bi telefonê bi malbata xwe re axivî. Ozlu, diyar kir ku gardiyan û leşker lêgerînê li dijî rûmeta mirovahiyê dikin û wiha got: “Bi taybetî lêgerîna nava dev li me tê ferzkirin. Her tim bi ser qawişên me de digirin. Hin hevalên me di hucreyên yek kesî de tên girtin. Ji ber me ferzkirina ‘lêgerîna nava dev’ qebûl nekir mafê me yê tedawiyê tê astengkirin. Gef û heqaret li me tên kirin.”   DU KES HATIN SEWQKIRIN   Li aliyê din hate hînbûn ku Mehmet Zahît Şahîn ê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ya Edeneyê dihat ragirtin, sewqî Girtîgeha Antalyayê, Harûn Kaya jî sewqî Girtîgeha Bodrûmê hatiye kirin.