Li Geverê ji bo meşa 9’ê Cotmehê bang hate kirin 2022-10-05 15:37:30   COLEMÊRG - Rêxistina HDP’a Geverê, ji bo meşa bi boneya salvegera komploya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê pêk bê, banga tev li bûnê kir.    Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, derbarê meşa ku wê li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kiribû daxuyanî dan.   Yek ji rêveberên HDP’ê Feyaz Dara bang li jin, kedkar, ciwan û herkesên xwedî hişmendiya azadiyê kir û got: “Werin em li dijî komployê jiyana azad ava bikin.” Dara, da zanîn ku meş dê di 9’ê cotmehê de saet di 14.00’an de li Qada Azadiyê dest pê bike û heta avahiya partiyê berdewam bike. Dara, di berdewama axaftina xwe de da wiha got: “Divê hemû gelê me bi vê meşe xwedî li azadiya xwe û vîna xwe ya jiyana demokratîk derkeve û ji vir li dijî hemû hêzên navnetewî azadiyê biqîre.”