Li Sêrtê panela 9’ê Cotmehê: Divê tecrîd ji holê bê rakirin 2022-10-05 15:52:59   SÊRT - Parêzera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newroz Uysal li Sêrtê di panelê de bertek nîşanî tecrîdê da û wiha got: “Tecrîd îşkence ye, demirovtî ye û divê ji holê bê rakirin.”     Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li avahiya partiya xwe panelek da. Ji parêzerên Ocalan, Newroz Uysal, Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Mehmet Siddik Taş û Dayika Aştiyê Gulistan Teymûr weke qiseker tev li panelê bûn. Li eywana panelê pankarta “Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye” hatibû daliqandin.    Panel, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî parêzer Newroz Uysal axivî. Uysal, da zanîn ku Girtîgeha Îmraliyê bi taybet hatiye avakirin û wiha got: “11 dewletan di nava komployê de cih girt. Birêz Ocalan ev 24 sal in girtî ye. 10 salan bi tena serê xwe li vir ma. Ji Bursayê heta giravê 3 saet rê heye. Li giravê tu qadên jê re dibêjin kesk tune ne. Beriya birina Ocalan, ev der girtîgeheke vekirî bû. Bi birina birêz Ocalan re hemû avahiyên li giravê hatin girtin. Tenê avahiyek hiştin. Li wir hat darizandin. Di sala 2009’an de 5 girtî birin wê derê û niha li cem wî 3 girtî hene. Yek ji wan jî li cem hev namînin. Li qawîşên cuda tên ragirtin.”    ‘ÎŞKENCE Û DERMIROVÎ YE’   Bi domdarî Uysal anî ziman ku Îmralî, bi awayekî derqanûnî hatiye avakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Ocalan ji hemû mafên xwe bêpar hatiye hiştin. Me heta niha karî tenê 5 caran bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Birêz Ocalan tenê di dema pandemiyê de karî ji mafê xwe yê telefonê sûd bigire. Piştî hevdîtina telefonê jî tu agahî jê nayên girtin. Ev bû 19 meh ku em tu agahiyan jê nagirin. Em nizanin bê ka rewşa wan çawa ye. Ji bo pêşîlêgirtina hevdîtina bi malbatan re, cezayên disiplînê weke hincet tên nîşandan. Ji bo parêzeran jî her 6 mehan carekî biryara qedexeya hevdîtinê didin. Pergaleke wiha li tu devera cîhanê nîne. Ev îşkence ye, dermirovtî ye û divê tecrîd ji holê bê rakirin.”    ‘TIRKIYE BI HIQÛQA XWE NAKE’   Di berdewamê de Uysal got ku Tirkiye ne bi hiqûqa xwe û ne jî bi peymanên navneteweyî yên mohr kirine nake û ev tişt anî ziman: “Dinya li dijî vê tecrîdê bêdeng e û bi zanebûn bêdeng dimînin. Dixwazin Ocalan tune bikin. Dixwazin kurdan li gorî siyaseta xwe birêve bibin. Lewma jî tecrîdê ferz dikin. Li rexekî Tirkiye dengê Ocalan qut dike û li rexa din jî di qada navneteweyî de ji bo azadiya Ocalan kampanya tên meşandin. Her du hêz dijberî hev in; an dê Ocalan azad bikin an jî dê Tirkiye tecrîda li Îmraliyê hêj girantir bike.”    BERTEK NÎŞANÎ TECRÎDÊ DA   Parlamenterê HDP’î Taş jî bi lêv kir ku sedema bingehîn ên krîzên li Tirkiyeyê, tecrîda li Îmraliyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kengî ku pergala tecrîdê ya li Îmraliyê têk çû, wê demê dê li Tirkiyeyê geşedanên demokratîk pêş bikevin. Ev tecrîd, parçeyeke pergala şerê taybet e. Tu eleqeya xwe bi hiqûqê nîne. Tecrîd, neheqî û derhiqûqî ye. Dema mijara behsa xeberê bû kurd an jî rêberên wan, wê demê tu tiştekî nas nakin. Lewma jî tecrîda li ser birêz Ocalan didomînin. AKP’ê, bingeha xwe li ser pergala Îmraliyê ava dike. Em jî ji bo hilweşandina pergala li Îmraliyê têdikoşin. Azadiya birêz Ocalan, di serî de azadiya gelê kurd û azadiya hemû gelên bindest e.”    Dayika Aştiyê Gulistan Teymûr jî da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê li hemû girtîgehan berbelav bûye û ev tişt anî ziman: “Zarokên me berdin û tecrîda li Îmraliyê rakin.”    Panel, bi pirs û bersivan bi dawî bû.