Hevşaredar Fîdan: Li Şaredariya Silopiyayê qeyûmtiya fiîlî tê pêkanîn 2022-10-06 09:02:22   ŞIRNEX - Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdanê diyar kir ku serdan, bername û çalakiyên wan ji aliyê polîsan ve tên krîmînalîzekirin û der barê wan de lêpirsîn tên vekirin. Fîdan, destnîşan kir ku qeymeqamtî karbidestiyê xesp kiriye û got ku xizmeta xwe di bin pêkanînên “qeyûmtiya fiîlî" de dikin.    Di hilbijartinên herêmî yên 31'ê adara 2019'an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 3 jê bajarên mezin 65 şaredarî bi dest xistibûn. Ji van şaredariyan tenê 4 şaredariyên navçeyan û 2 yên bajarokan 6 şaredarî man.Yên qeyûm tayinî wan nehatine kirin jî bi pêkanînên "qeyûmtiya fiîlî" re rû bi rû ne. Ji van şaredariyên HDP'î yek jî Şaredariya Silopiya ya Şirnexê ye. Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan anî ziman ku ji roja ku şaredarî bi dest xistine heya niha bi pêkanînên "qeyûmtiya fiîlî" re rû bi rû ne.    Fîdan, bi bîr xist ku ewilî di sala 2016'an de qeyûm tayinî şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatine kirin û wiha got; "Gelê me got 'Em ê careke din hilbijêrin. Saetekê be jî dê vîna me bê ser kar' û di hilbijartinên herêmî yên 2019'an de cardin em hilbijartin. Ji 6 şaredariyên qeyûm tayinî wan nehatine kirin yek jê jî Şaredariya Silopiyayê ye. Dibe ku qeyûm tayinî şaredariyên me yên din hatibin kirin, lê şaredariyên me yên qeyûm tayinî wan nehatine kirin jî bi qeyûmtiya fiîlî re rû bi rû ne. Di van şert û mercan de xizmetê dikin."    JI BER ÇÛNE SER GORAN LÊPIRSÎN HATIYE DESTPÊKIRIN   Bi domdarî Fîdan diyar kir ku serdanên wan jî ji aliyê polîsan ve tên krîmînalîzekirin û wiha domand: "Di dînê îslamê de, di roja cejnan de serdana goristanan pîroz e. Em bijarteyên gel di her cejnê de serdana goristanên xwe dikin û ji bo miriyên xwe dua dikin. Em li vir cejna welatiyên xwe pîroz dikin. Lê belê ev yek ji aliyê polîsan ve tê krîmînalîzekirin. Bi hinceta van serdanan der barê me de lêpirsîn hatin destpêkirin. Der barê mijarê de gazî me kirin û îfadeya me hat girtin. Pirs hatin kirin ka çima em çûne ser goristanan. Me jî diyar kir ku em îradeya gel in û em her tim li her derê bi gelê xwe re ne. Polîsan hewl da serdana me manîpule bikin. Piştî girtina îfadeyan salek bi şûn de vê carê mufetîş şandin. Mufetîş îfadeya nivîskî xwest. Me jî îfade jê re şand. Em hê jî li benda encamê ne."   TÛRNÛVAYA FÛTBOLÊ   Di berdewamê de Fîdan diyar kir ku bernameyên şaredariyê jî ji aliyê polîsan ve tên lêpirsînkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bernameyeke din a ku veguheriye lêpirsînê tûrnûvaya fûtbolê ye ku me ew ji bo ciwanan li dar xist. Em 3 sal in li dijî tiryak û fihûşê tûrnûvaya fûtbolê ya kevneşopî organîze dikin. Her êvar bi hezaran ciwan beşdarî vê tûrnûvayê bûn. Di dema tûrnûvayê de polîs hatin qada çalakiyê û dîmenên gel girtin. Îsal, bi taybetî dema ku lîstikvanên jin daketin qada fûtbolê polîsan xwest lîstikvanan di GBT'ê re derbas bikin. Ev pêkanîn hem zîhniyeta li dijî şaredariya me hem jî ya li dijî jinan eşkere dike."   Adalet Fîdan anî ziman ku herî dawî şaredarî di 4'ê cotmehê rastî zextan hatiye û got ku Walîtiya Şirnexê ji bo "şahiyekê" li dar bixe, bêyî destûrê ji şaredariyê bixwaze, qada şaredariyê bi kar aniye.    BÊTEHEMÛLIYA JI BO RENGÊN MOR-SPÎ   Fîdan anî ziman ku Silopiya "bajarê jinan" e û got ku ew xizmeta xwe jî di vê çarçoveyê de dikin. Fîdan, ragihand ku piştî di hilbijartinê de bi ser ketine bi gelê navçeyê re biryar dane ku avahiyan bi rengê mor û spî boyax bikin û ev tişt anî ziman: "Ji ber ku mor rengê jinan e. Lê qeymeqamtî jî hewl dide avahiyê bi rengê sor û spî boyax bike. Dema me li sedema wê pirsî, gotin rengê mor û spî wekî rengê partiya siyasî dibînin. Rengê jinê krîmînalîze dikin. Armanca wan a sereke jêbirina rengê jinê ye. Feraseta ku rengê mor ji wan avahiyan derdixe û feraseta ku duh li Silêmaniyê Nagihan Akarsel qetil kir heman feraset e."   ‘EM HÊZA XWE JI GEL DIGIRIN'   Fîdan bi lêv kir ku tiştên tên kirin qeyûmtiya fiîlî û xespkirina vînê ye û wiha bi dawî kir: "Em ji bo xizmeta gel bikin hatine. Înîsiyatîfa van saziyan di destê me de ye. Qeymeqamtî gava qadekê bi kar bîne, mecbûr e destûrê bistîne. Lê bêyî ku guh li rêveberiya şaredariyê bikin, li gorî xwe hereket dikin. Neesasgirtina rêveberiya şaredariyê tê wateya neesasgirtina îradeya welatiyên Silopiyayê. Bi vî awayî dixwazin mesafeyekê deynin navbera şaredariyê û gelê me. Lê tevî hemû astengiyan jî gelê me her tim li cem me ye. Çawa ku 3 sal û nîv in me paş de gav neavêtiye û em xizmetê xwe didomînin, ji niha û pê ve jî em ê wisa bikin. Em ê her sibeh ne di navbera 08.00-17.00'an de, em ê 24 saetan xizmeta gelê xwe bikin."   MA / Omer Akin