'Cihê xwîna zarokên me lê rijiyaye ne cihê mîhrîcan û şahiyan e' 2022-10-06 09:42:53   AMED - Malbatên kesên di qedexeya derketina derve ya Sûrê de hatin qetilkirin bertek nîşanî "mîhrîcana" ku dê li Sûrê bê lidarxistin dan û wiha gotin: "Cihê ku xwîna zarokên me lê rijiyaye, ne cihê mîhrîcan û şahiyan e. Em vê neheqiyê qebûl nakin. Bila gelê me beşdarî mîhrîcanê nebe."    Di sala 2015’an de, di qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûrê de herî kem 80 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Hê jî hin malbat cenazeyên zarokên xwe yên li navçeyê hatine qetilkirin wernegirtine. Her wiha piştî gelek taxên navçeyê hatin serobinokirin û avahiyên dîrokî hatin hilweşandin, di nava xerabeyên avahiyan de gelek hestiyên mirovan hatibûn dîtin û xerabeyên bi kamyonan hatibûn veguhestin li baxçeyê Zanîngeha Dîcleyê yê li ber Çemê Dîcleyê hatibûn valakirin. Piştî xerakirina avahiyan ku serokwezîrê wê demê û Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû gotibû "dê Sûrê bikin Toledo", li navçeyê avahiyên dûrî mîmariya navçeyê hatibûn çêkirin ku ev avahî wekî "girtîgehê" tên binavkirin. Avahiyên hatine çêkirin gelek jê berî bên temamkirin hildiweşin.    Li gel vê karesatê û hilweşandina bi destê dewletê, niha jî Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyeyê hewl dide ku di navbera 8-16'ê Cotmehê de bi navê "Mîhrîcana Çandê ya Rêya Sûrê", "mîhrîcanekê" li dar dixe. Lê gelek kes û derdor li dijî vê mîhrîcanê ne. Malbatên kesên ku di dema qedexeyê de hatine qetilkirin bertek nîşanî mîhrîcanê dan.    Malbata Rozerîn Çûkûr a 17 salî û Firat Çelîk ên li Sûrê hatin qetilkirin bertek nîşanî mîhrîcanê dan û wiha gotin: "Xwîna zarokên me li wir hatiye rijandin. Em qebûl nakin."   ‘NAYÊ QEBÛLKIRIN'   Fahriye Çûkûr, dayika Rozerîn Çûkûrê got ku ew dayikeke êşbar e û ev tişt anîn zimên: "Li Sûrê zarokên me hatin qetilkirin. Dema dibêjin Amed, beriya her tiştî Sûr tê bîra mirov. Sûr, dilê Amedê ye. Tiştek jî li Sûrê nehiştin. Dibêjin em ê mîhrîcana çandê çêkin. Pêşî bila bêjin li Sûrê çi qewimî? Xwîna mirovan rijiya. Keça min Rozerîn biçûk bû, xwendekara pola dawiyê bû. 16 salî bû. Keça min ket Sûrê,  êdî ji Sûrê derneket û li wê derê hat qetilkirin. Gelek ciwan li wir hatin qetilkirin. Ma qey ew nayên bîra we ku hûn ê rabin li wir mîhrîcan çêkin û kêfê bikin. Teqez em vê mîhrîcanê naxwazîn.”   HESTIYÊN WÎ PIŞTÎ 7 SALAN DAN MALBATA WÎ   Çûkûr, bal kişand ser cenazeyê Hakan Arslan ku li Sûrê jiyana xwe ji dest dabû û piştî 7 salan hestiyên wî di kîsikekî de radestî malbata wî hatibûn kirin û wiha domand: "Ji bo em cenazeyên zarokên xwe wergirin wê demê me dest bi çalakiya rûniştinê û çalakiya birçîbûne kir. Piştî kuştina zarokên me, bi 5- 6 mehan cenaze dan. Beriya çend rojan Azîz Arslan hestiyê kûre xwe Hakan Arslan, di hundirê kîsikekî de wergirt. Hêj jî li Sûrê cenaze hene.”   ‘SÛRÊ TUNE KIRIN’   Dayik Çûkûr di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Devera ku zarokên me lê  mezin bûn û cihê lîstîkên wan, bû cihê qetilkirina zarokên me. Em dixwazin Sûr wisa bimîne. Mirov, dîrok, avahî û tew heywan jî tune kirin. Me êşeke pir mezin kişand. Berş her tiştî bila cenazeyên winda bên dîtin. Bila Sûr bê vekirin ku ev cenazeyên li wir bên derxistin. Îca dê piştî ev qas tiştî çawa li vir mîhrîcanê çêbikin? Em vî tiştî qebûl nakin.”   ‘KUÇEYÊN SÛRÊ BI RONDIKÊN ÇAVÊN ME ŞIL BÛNE'   Dayik Fahriye Çûkûr ku çendî keça wê Rozerînê 7 sal ber hatibe qetilkirin jî, lê êş û azara wê hê jî wekî berê ye. Dayik Çûkûrê, bi taybetî gelê Amedê û bi giştî bang li her kesî kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bila tu kes tev li vê mîhrîcanê û kêfê nebe. Hê jî ez nikarim biçim Sûrê. Dilê min bi kul e. Êdî xwîn ji çavê min dibare. Kuçeyên Sûrê bi rondikên çavên me şil bûne. Ev rondik hê ziwa nebûne. Dê çawa rabin mîhrîcanê çêbikin û kêfê bikin? Divê gel vê qebûl neke. Sûr ne cihê şahiyan e. Ev ne exlaqî ye. Bila gelê me li çanda xwe, dîroka xwe û zimanê xwe xwedî derkeve. Avahiyên gel xera kirin û ew bêavahî hiştin û dixwaze van avahiyan bi trîlyonan bifiroşe. Ev nayê qebûlkirin."    BANGAWAZÎ: TEV LI MÎHRÎCANÊ NEBIN   Bi domdarî Dayik Çûkûr wiha bang li amediyan kir: "Bila gelê Amedê li vî wêneyî binere. 7 sal in di hembêza min de ye. Her roj lê dinêrim û digirîm. Keça min dema li kuçeyên Sûrê dilîst hat qetilkirin. Çima ew hatin kuştin? Em di çopan de li cenazeyên zarokên xwe digeriyan. Bila gelê Amedê wan bîne ber çavên xwe û vî tiştî qebûl neke û tevlî vê mihrîcanê nebe."   'KEVIR LI SER KEVIR NEHIŞTIN'   Malbata Firat Çelîk jî ku li Sûrê jiyana xwe ji dest dabû bertek nîşan da. Bav Vezîr Çelîk, anî ziman ku dema kûrê wî li Sûrê hewldane wî bînin û wiha qala bûyerê kir: "Lê polîsan bi copan êrişî me kir. Nêzî 100 rojan li wir ma û li wir jî şehid ket. Min cenazeyê lawe xwe girt, lê mixabin cenazeyên hin malbatan bi mehan nedan wan. Hêj jî cenaze hene. Cenaze birin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Meletiyê. Bi zor û heft bela me cenazeyê xwe wergirt. Heya ez sax bim lawê xwe jibîr nakim.   Pêşî gundê me şewitandin, îro jî li Sûrê kevir li ser kevir nehiştin. Cenaze, di bin avahiyan de man. Îcar wê çawa rabin li vir mîhrîcanê çêbikin? Wekî ku li Sûrê tu tişt nebûbe, dixwazin wisa nîşan bidin. Lê her tişt li ber çavê dinyayê çêbû. Divê ev mîhrîcan çênebe. Berî her tiştî bila cenazeyan bidin. Ez tev li nabim û divê gelê Amedê jî tev li nebe."    Bav Çelîk, piştî axaftina xwe li ser kurê xwe Firat zêmarek lewband.      MA / Mehmet Guleş