Li rojnamevan Kûrşûn 13 sal û 3 meh cezayê hefse hate birîn 2022-10-06 11:17:32   MÊRDÎN - Li xebatkarê rojnameya Azadiya Welat ku bi KHK’ê hatibû girtin Çetîn Kûrşûn, 13 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn û dadgehê biryara girtina Kûrşûn da.    Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin Çetîn Kûrşûn, bi îdiaya ku damezrînerê sîteya bi navê Ciwannewsê bûye derbarê wî de doz hatibû vekirin û bi hinceta “Propagandaya rêxistinê ya li ser hev” 3 sal cezayê hefsê hatibû dayîn. Dadgeha îstînafê ev ceza xera kiribû. 3’yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Dîlokê xwest Kûrşûn bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” bê darizandin. Danişîna 3’yemîn a darizandina jinûve dest pê kir, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hate dîtin. Kûrşûn û parêzerê wî tev li danişînê nebûn.    Di danişîna ku evraqên hatin lê hate xwendin de, dozger xwest ku Kûrşûn bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” ji sînorê herî jor bê cezakirin.    Dadgeha ku biryara xwe aşkere kir, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 8 sal û 3 meh bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” 5 sal cezayê hefsê li Kûrşûn birî.    Dadgehê di heman demê de derbarê Kûrşûn de biryara girtinê derxist.