Dozgerî: Di Nobeta Edaletê de bêyî ku sûcek hebe mudaxale hatiye kirin! 2022-10-06 12:58:11 STENBOL - Dozgeriyê ji bo lêpirsîna derheqê malbatên girtiyan de biryara neşopandinê da. Dozgeriyê, diyar kir ku bêyî sûcek bê kirin mudaxale li malbatan hatiye kirin û bal kişand ser xespkirina mafan.    Malbatên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin, li Stenbolê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Malbatan, hefteya 7’emîn a çalakiyê di 5’ê gulanê de li pêşiya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Di çalakiyê de dayika girtî Yakup Akman ku li Girtîgeha Hejmar 3 ya Tîpa F a Sîlîvriyê tê ragirtin, Fînce Akman û xwîşka girtiyê nexweş Selîm Çîftçî ku li Girtîgeha Tîpa L a Umraniyê tê ragirtin, Cemîle Çîftçî bi lêdan û îşkenceyê hatibûn binçavkirin. Akman û Çîftçî derbasî qereqola polîsan a li Çaglayanê kirin. Bi hinceta “muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” îfadeyên wan hatin girtin û piştî kontrola tenduristiyê jî hatin berdan.    Ji ber binçavkirinê, Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi awayekî fermî lêpirsîn da destpêkirin. Dozgeriyê di 6’ê îlonê de ji bo lêpirsînê biryara neşopandinê da, bal kişand ser îçtîhadên Dadgeha Bilind ên weke mînak. Dozgeriyê da zanîn ku di çalakiyê de tu hêmayên sûc nehatine dîtin. Bi domdarî dozgeriyê bal kişand ser xala 34’an a Makeqanûnê û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û diyar kir ku her kes bêyî ku berê agahiyê bide, xwedî wî mafî ye ku civîn û xwepêşandanên bêçek û bêêriş li dar bixe. Di vê çarçoveyê de jî ji bo lêpirsînê biryara neşopandinê da.