Beyî ku agahdar bikin avahiya HDP’a Amedê mohr kirin 2022-10-06 13:20:44   AMED - Hat zanîn ku li pişt biryara mohrkirina avahiya HDP’a Amedê, Huseyîn Beyoglû heye ku ji hêla YSK’ê ve hatiye peywirdarkirin. Hevserokê HDP’a Amedê Zeyat Ceylan da zanîn ku kar û barên mohrkirinê bêyî agahiya wan hatiye kirin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) avahiya xwe ya li bajêr zêdetirî 15 sal in bi kar tîne. Huseyîn Beyoglû ku di hilbijartinên 31’ê adara sala 2019’an de ji hêla Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ve weke serok tayînî Şaredariya Rezan a Amedê hat kirin, avahiya partiyê mohr kir. Hevserokê HDP’a Amedê Zeyat Ceylan da zanîn ku li ser çapemeniyê hîn bûne ku avahiya partiya wan hatiye mohrkirin. Niha li pêşiya avahiya partiyê kesê bi navê Celîl Begdaş ê ji hêla wezareta karên hundir ve hatiye peywirdarkirin û koma pê re tê sekinandin. Koma ku ji hêla polîsan ve tê parastin, hewl dide xebatên partiyê asteng bike.    Hevşaredarê HDP’ê yê Rezanê Zeyat Ceylan ku di hilbijartinên 31’ê adarê de bi rêjeya ji sedî 71 hatibû hilbijartin, bi hinceta ku KHK’î ye mazbataya wî nehatibû dayîn. Ceylan, da zanîn ku dixwestin avahiya partiyê ji bo 3’yemîn Kongreya Asayî ya rêxistina Peyasê ku dê di 15-16’ê cotmehê de bi kar bînin û li ser vê yekê hatiye mohrkirin. Komên Şaredariya Rezanê diyar kirin ku li gel jêrzemînê, du qatên din ên li ser hatine çêkirin zêde ne û deriyeke ne di nava projeyê de jî hatiye çêkirin. Şaredariyê xwest ku di nava 30 rojan de avahî li gorî projeyê bê sererastkirin. Di girtekê de hat destnîşankirin ku heke di nava 30 rojan de neyê sererastkirin, dê li gorî xala 32’yan a qanûna bi hejmar 3194 kirariyê bikin.    Hevserokê HDP’a Amedê Zeyat Ceylan biryara behsa xeberê nirxand û wiha got: “Şaredariya Rezanê piştî serlêdana me ya ji bo kongreya rêxistina Peyasê biryareke wiha da. Bi vê dixwazin ku kongreyê asteng bikin. Lewma avahî mohrkirin. Her wiha dîsa dorpêç kirin. Em jî têkildarî mijarê bi navenda xwe ya giştî re hevdîtinan dikin. Ev 15 sal in em vî avahî bi kar tînin. Derheqê xebatên nava avahî de tu agahî nedan. Em jî li ser çapemeniyê jê haydar bûn.”