Keştiya penaberan noq bû: Herî kêm 16 jinan jiyana xwe ji dest dan 2022-10-06 14:33:20   ENQERE - Li nêzîkî Girava Mîdîlliyê keştiya penaberan noq bû û hat zanîn ku herî kêm 16 jinan jiyana xwe ji dest dan.    Hat destnîşankirin ku li nêzî Girava Mîdîlliyê keştiyeke penaberan noq bûye, herî kêm 16 jinan jiyana xwe ji dest daye û ji bo xelaskirin û rizgarkirina jinan kar û xebat hatine destpêkirin.   Li gor agahiyên nûçeya The Guardianê Ewlekariya Perava Yewnanîstanê gotiye ku ew ji 40 kesên keştiya ku noq bûye de xwe gihandine termê 16 jinan û anîn ziman ku wan 9 kesan xelas kirine û 15 kes jî winda ne.    Wezîrê Koçberiyê yê Yewnanîstanê Notis Mitarachi têkildarî keştiya li rojhilatê Girava Mîdîlliyê ku nêzî perava Tirkiyeyê noq bûye daxuyanî da û bang li Tirkiyeyê kir ku “ji bo ku pêşî li koça bêpergal a şertên hewaya dijwar bigire, bi lezgînî bikeve nav liv û tevgerê.”