Komeleya Lêkolînên Kurd ji bo piştevaniyê serdana GOÇÎZDER’ê kir 2022-10-06 14:48:00   STENBOL - Komeleya Lêkolînên Kurd, ji bo piştevaniyê serdana GOÇÎZDER’a ku hevserok û rêveberên wê di girtîgehê de ne kir.    Komeleya Lêkolînên Kurd, serdana avahiya Komeleya Çavdêriyê ya Koçberiyê (GOÇÎZDER) ku ji ber xebatên komeleyê hevserok û gelek rêveberên wê di girtîgehê de ne ya li navçeya Bahçelîevlerê kir.   Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurd Remziye Alparslan, ku qala zextên li ser GOÇÎZDER’ê kir, bi lêv kir ku ji bo mirovên ku koç dikin mexdûr nebin parazvaniya mafan dike û wiha got: “Kesên ku kedê didin ji bo parastina mafên mirovan xebatan dimeşînin. Zexta kul i wan tê kirin bi tu awayî qebûl nakin.”   Endamê GOÇÎZDER’ê Suleyman Yildiz jî diyar kir ku girtina 16 kesên ku rêveber jî di nav de mînaka bêhiqûqî û bêedaletiyê ye. Yildiz, bi lêv kir ku armanca zextên li ser komeleya wan bêdengkirina gel e û got: “Ew çi bikin jî wê ev gel bêdeng nebe.”