Sebahat Tuncel ji şandeya dadgehê re got: Em ji we azadtir in 2022-10-06 16:27:22   ENQERE - Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya Berê Sebahat Tuncel di Doza Kobanê de axivî û wiha ji şandeya dadgehê re got: “Hûn min didarizînin lê ez ji we bêhtir azad im. Gefa cezayê li ser min heye lê ji hêla fikrî ve em ji we bêhtir azad in.”    Rûniştina 7’emîn a 17’emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, endamên MYK’a HDP’ê ya berê jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedarjê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin.    Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda tên ragirtin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir.    ‘EZ JI SIYSAETMEDARAN GILÎKER NÎNIM’    Danişîn, bi guhdarîkirina Hamza Dag dom kir ku di bûyerên 6-8’ê cotmehê de li Edeneyê paceyên kargeha wî hatibûn şikandin û weke gilîker tev li dozê bûye. Dag, diyar kir ku nizane bê ka paceyên kargeha wî ji hêla kê ve hatine şikandin û wiha got: “Ez ji siyasetmedaran gilîker nînim û naxwazin tev li dozê bibim.”    Dema şandeya dadgehê mutalaaya dozger dixwend, girtiyên siyasî ji şandeyê re got; “tu mutalaa ji me re nehatine şandin” û xwestin ku mutalaayê bidin wan û piştre bê xwendin.     Piştî mutalaayê jî Endamê MYK’a HDP’ê yê Berê Alp Altinors axivî. Altinors, bertek nîşanî îmhakirina pirtûka Fîgen Yuksekdag a bi navê “Dê Dîwar Hilweşin” da û wiha got: “Kesek nikare helbestan bişewitîne. Tişta ku bi pênûs hatiye nivîsandin, bi agir nayê şewitandin. Kesek nikare helbestan tune bike.”   ‘DOZA CÎNAYETÊ NÎNE’   Bi domdarî Altinors anî ziman ku wan li dijî kompasê têkoşîna heqîqetê da û wiha got: “Ji bo vegotina rastiyê me ev doz weke derfetekî bi kar anî. Xwediyên îdiayan nekarîn tu tiştekî piştrast bikin lê me tevek jî pûç kirin. Me pir bi zelalî nîşan da ku bangawaziya MYK’a HDP’ê di qada navneteweyî de rewa ye. Dixwazin ji ber bangawaziyeke li dijî DAIŞ’ê ya li ser medyaya civakî, cezayê herî giran bidin me. Ev ne dozeke cînayetê lê ya mafê azadiyê û siyasetê ye. Banga me ya ji bo hemû dostên me ew e ku ji bo hilweşandina dîwarên vê dozê bibin yek. Dixwazin bi doza kompasê ya Kobanê, partiyê bigirin û niha di bin dorpêça serdestan de ye. HDP’ê di nava 10 salan de îspat kir ku di siyaseta Tirkiyeyê de mayînde ye. HDP, fikriyeta yekbûyî ya azadiyê ye û hûn nikarin mudaxale bikin. Doza Kobanê, dozeke çêker e û tevî ku hemû îdiayên dozger hatine pûçkirin jî, şandeya dadgehê bi pêşdarazî nêz dibe. Em di wijdana gel de ji xwe bêsûc in. Divê ev neheqiya ku du sal in didome, bi dawî bibe.”    ‘EM LI HÊVIYA EDALETÊ NÎNIN’   Piştre jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya Berê Sebahat Tuncel axivî. Tuncel wiha got: “Tu derdekî we ya ji bo derxistina rastiya madî nîne. Mafê parastinê tenê ew nîne ku mirov li vir parastinê bike. Weke ku darizandineke adilane û serbixwe hebe nîşan didin. Me gelek caran hûn red kirin lê we ev daxwaz me red kirin û ev yek jî pirsgirêka heyî ji holê ranake. Desthilatdarî, ji bo zextê li muxalefeta civakî bike, darazê weke amûrekî bi kar tîne. Nikarin zextê li me bikin lê li we dikin. Wisa bi pergala hiqûqê bûye ku kesek li benda edaletê nîne.    PIRSGIRÊKA KURD LI EYWANÊN DADGEHÊ ÇARESER NABE   Ji sala 2015’an heta niha li dijî saziyên kurdan êrişeke sîstematîk heye. Li biryarên darazê binihêrin. Li Tirkiyeyê pergala mafyayê serdest e. Heta ku ev pergal neguhere, ne dê li vê derê edalet pêk bê, ne jî demokrasî û aştî dê were vî welatî. Cihekî ku maf û azadî lê nebin gelo ma mirov dikare qala edaletê bike? Hêj jî rejîma KHK’an didome. Mîna vê dozê, her tiştek siyasî ye. Di pêvajoya dozê de xuya dibe. Di pêvajoya piştî amadekirina dozê de, bi ewraqên tên û yên li ser tên zêdekirin pir vekirî aşkera dibe. Hûn nikarin pirsgirêka kurd li eywanên dadgehan çareser bikin. Erdogan dibêje; ‘me pirsgirêka kurd çareser kir.’ Çi kiriye, du wezîrên wî yên kurd hene. Van kesan ji bo kurdan çi kiriye? Van wezîran ji bo heqîqeta kurdan çi kiriye? Doza Mûsa Anter betal kirin. Gelo ev kes pey vê dozê ketin? Hûn çawa dê 40 milyon kurdan jinedîtî ve bên? Em her tim li cem heqiyê û bi mirovên ji hêla dewletê ve hatine dûrxistin bûn, lewma li van eywanan tên darizandin. Di vê dosyayê de mafê jiyanê yê ewqas mirovan hatiye binpêkirin. Kê binpê kir? Hûn dixwazin bi vê dozê rastiyan veşêrin. Heke hûn kesên adil b3una, dê we AKP’iyên wê demê bianiyan. Hemû belge, xizmetê ji siyasetê re dikin. Dozger Altûn baş fam nekiriye û hûn jî dixwazin kêmaniyan temam bikin û ceza bidin.    ÇÛYÎNA HERÊMA KURDISTANÊ DÊ ÇIMA SÛC BE?    Tu beyanên şahid Hîcran Ayverdî derheqê min de nebûn lê di sala 2018’an de îfade dan. Xuyaye ku anîne Amedê û îfadeyê wê girtine. Anku pir aşkeraye ku gotinên çêkirî ne. Ji bo me dibêje; ‘her kes jê re dibêje gerîla Sebahat.’ Xuyaye ku ji bo were berdan, hinek tişt pê dayîne gotin. Ya ku vê dike, dewlet e. We ev îfade weke delîl li dosyayê zêde kirine lê di heman demê de dikin sedema girtinê. Hîcran Ayverdî dibêje ku ji girtekên Îmraliyê hîn bûye ku ez kadro me. Wê demê bila wan girtekan bîne da ku ez jî bixwînim. Lê we ev daxwaza min red kir. Heke ez di mijarekê de sûcdar nebin dêma çima bêsûciya xwe îspat bikim? Tu tişt bi qasî derketina min a derveyî welat xwezayîtir nîne. Nexwe her kesî pasaporta wî/wê heyî weke sûcdar ragihînin. Çûyîna Herêma Kurdistanê çima sûc e? Hûn mafê min ê azadiya geştê, yê rêxistinkirinê, azadiya raman û xweîfadekirinê tune dikin. Ma em jî hemwelatiyên vî welatî nînin? Ez berê hevseroka giştî ya partiyekê bûm lê niha çima bûme ‘terorîst’? Makeqanûna vî welatî bi xweşiya min naçe, înkarkirina gelê kurd a vî welatî bi xweşiya min naçe. Mafê kurdan heye ku mafê xwe yê xwe bi xwe birêvebirinê heye. Lê hûn van gotinên min weke çek dinirxînin.    BERXWEDANA JINAN SILAV DIKIM   Tu tiştek ji piştevaniya bi gelê Kobanê re xwezayîtir nîne ku li dijî DAIŞ’ê şer dikirin. Ez careke din dibêjim; ez gelê Kobanê û berxwedana jinan silav dikim. Ji ber ku di mitîngan de axivîme û siyasetê dikim, niha weke sûcdar têm ragihandin. Hûn min didarizînin lê ez ji we bêhtir azad im. Gefa ceza li ser min heye lê ez ji hêla raman ve ji we azadtir im. Em qet nebe gazinên xwe dikin û hewl didin van kursiyan ji bo azadiyê bi kar bînin. Baş e lê hûn çima dibin şirîkên vê neheqî û zilmê? Hûn jî bi qasî min baş dizanin ku ev yek ji ber twîtekê çênebû û tu eleqeya xwe bi sorkirina gel nîne. Hewl didim fêm bikim bê ka hûn çawa bûn şirîkên vê derhiqûqî ye. Hêjta dem heye, hûn dikarin xwe jê vekişînin. Çeteya ku ev dosya amade kiribû derket holê.”   ‘GULEYA LI NAGIHANÊ HATIYE XISTIN...’   Piştre jî siyasetmedar Ayşe Yagci axivî. Yagci, da zanîn ku haya wan nû ji qetilkirina Nagihan Akarsel bûye û wiha domand: “Nagihanê tevahiya emrê xwe ji bo gihandina jinên kurd derbas kir û hevaleke me ya kedkar bû. Ev gule li jinên kurd hatiye xistin. Bi qetilkirina Jîna Mahsa Amînî re hemwext hat qetilkirin û ev jî fikaran di serê me de çêdike.”   Siyasetmedar Zeynep Olbecî jî parastina xwe bi kurdî kir. Olbecî, diyar kir ku tev li mutalaaya dozger nabe.  Piştî parastinan jî şandeyê heta saet 14.20’ê navber da danişînê.