Gezerê ku di çalakiyên 6-8'ê Cotmehê de birîndar bû li dû kiryaran e! 2022-10-07 09:02:43   MÊRDÎN - Mehmet Emîn Gezer ku di çalakiyên 6-8'ê Cotmehê de polîsan ew birîndar kiribû, hem li kiryarên xwe hem jî li yên ku wê demê birayê wî kuştine digere.    Di ser berxwedana ji bo Kobanê re 8 sal derbas bûn. Di 6-8'ê Cotmeha 2014'an de Amed, Şirnex, Colemêrg, Mûş, Sêrt, Êlih, Wan, Mêrdîn, Agirî û Stenbolê jî di nav de li 36 bajaran bi milyonan kes li dijî êrişên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê daketibûn kuçe û kolanan. Wê demê Midûriyeta Polîsan a Giştî daxuyandibû ku di çalakiyan de 48 sivîl û 2 polîsan jiyana xwe ji dest dane. Lê belê li gor daneyên derketibûn holê 54 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Çalakiyên wê demê bi bangawaziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di 8'ê Cotmehê de rawestiyabûn.    Piştî çalakiyan bi 6 salan, ji ber çalakiyên navborî dest bi darizandina siyasetmedarên kurd hatibû kirin. Endamên Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê jî di nav da 108 siyasetmedar bi mirina kesên di çalakiyan de jiyana xwe ji dest dabûn hatin tawanbarkirin.    8 SAL IN DIDOME   Her wiha paşê dewletê ferq xist nava kesên jiyana xwe ji dest dane. Tenê mirina kesên HUDA PAR'î ketin ber lêpirsînê û bi vî awayî kiryarên gelek kesên bi guleyên esker û polîsan hatin qetilkirin jî nehatin eşkerekirin. Di dema çalakiyan de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê Sînan Toprak (16), Bîlal Gezer (29) û Abdulkerîm Seyhan (27) hatibûn qetilkirin. Lêpirsîna der barê mirina wan de 8 sal in didome, lê hê jî "biryara veşarî" li ser dosyeya wan e. Polîsên ku wê demê Mehmet Emîn Gezer felcî kirin û birayê wî Bîlal Gezer jî qetilkirin, hê jî bi zirxê bêcezatiyê tên parastin.    FELCÎ BÛ   Mehmet Emîn Gezer ku piştî birayê wî Bîlal Gezer hatiye qetilkirin, ji bo li kiryarên birayê xwe bipirse çûye qereqolê, li wir polîsan li wî dane û ew birîndar kirine. Gezer behsa wan rojan kir.    Gezer bilêv kir ku roja birîndar bûye polîsan ew "hişyar" nekirine û 160-170 gule li wan reşandine û got ku wê kêliyê fikiriye ku dê sax nefilite. Gezer anî ziman ku paşê ambulans hatiye cihê bûyerê, lê polîsan qederekê nehiştiye ambulans bi rê bikeve û got ku li nexweşxaneyê hatiye dermankirin, lê ji ber ku gule li mejîpişta wî ketiye ji navê berjêr felcî bûye.    Gezer diyar kir ku der barê gulebaranê de 14 polîs hatine tespîtkirin û ew polîs jî bi îdiaya "roja bûyerê îxbara wesayîteke barê wê bombe ji wan re hatiye" beraet kirine. Gezer bilêv kir ku bi ser de bi mesrefên dadgehê deyndar bûye û got ku di lêpirsînê de hatiye îdiakirin ku 20 kamerayên li derdora qereqolê nexebitîne.    ‘DEWLET NAXWAZE WAN EŞKERE BIKE'   Gezer destnîşan kir ku di çalakiyên Kobanê de birayê wî Bîlal hedef hatiye girtin û got ku 8 sal derbas bûne lê hê jî kiryar nehatine eşkerekirin. Gezer wiha domand: "Eger kesek kevirekî biavêje maşîneyekê, di cî de wî kesî an li malê an jî li kargehê digirtin. Yanî wexta bixwazin, ew kes têkeve kîjan qulê jî dê wî bigirin. Lê 8 sal derbas bûne, hê jî biryara veşarî li ser dosyeyê heye. Ez gelek caran çûm cem dozger. Lê her cara ez diçim dibêje 'Ez li ser disekinim. Li dosyeyê mêze dikim.' Herî dawî gava ez çûm, nehiştin ez dozger bibînim. Dewlet naxwaze kiryaran eşkere bike. Ger bixwestana niha ew eşkere kiribûn. 50 mirov di rojekê de tên kuştin, lê dewlet pê nizane. Tiştekî wiha ne pêkan e."   Gezer destnîşan kir ku tenê ne kiryarên birayê wî Bîlal, dixwaze hemû kiryar bên eşkerekirin û wiha got: "Kî ev qas mirov qetil kirin? Ev projeyeke plankirî bû. Berê hatibû amadekirin. Me ev yek li Kerboranê dît. Li her derî mirov kuştin. Dewlet jî bi vê dizane. Em dixwazin kiryarên wan bên eşkerekirin. Helbet dê rojekê eşkere bibin."    DAYIK GEZER: EZ Ê DEST JI VÊ DOZÊ BERNEDIM   Dayik Halîme Gezerê jî behsa wê roja ku kurê wê hatiye qetilkirin kir. Gezerê bilêv kir ku dewlet kiryaran vedişêre û got ku kurek wê felcî bûye û kurê wê Haşim jî hatiye girtin û keça wê Garîbe jî li girtîgehê hatiye qetilkirin. Dayik Gezerê wiha domand: "Xwedê heqê min ji wan re nehêle. Ez ê dest ji doza zarokên xwe bernedim. Çi dibe bila bibe ez ne poşman im. Ez ê dest ji rêya zarokên xwe bernedim. Me hemûyan qetil bikin jî ez dest jê bernadim. Dinya xera bibe jî ez ê dest ji doza Bîlalê xwe û Garîbeya xwe bernedim. Ez ê li ser rêça wan bim."   Dayik Gezerê bang kir ku kiryar bên eşkerekirin.    MA / Ahmet Kanbal