Îdiayên şahida ku îfade li ser Mizrakli dabû derew derketin 2022-10-07 09:03:18   AMED - Îfadeyên Hîcran Berna Ayverdiyê ku Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli jî di nav de der heqê nêzî 800 kesî de îfade dabû, derew derketin.    Derket holê ku Hîcran Berna Ayverdî ku di dema qedexeyên derketina derve de li Nisêbînê hatibû binçavkirin û bi cezayê muebeda giran dihat darizandin û paşê di çarçoveya "qanûna poşmanîtiyê" hatibû berdan, bêbextî kirine. Îfadeyên Ayverdiyê ku Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli jî di nav de der heqê nêzî 800 kesî de dabû, hemû derew derketin.    Ayverdiyê der heqê rêvebirê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê yê berê Ramazan Dengîz de îfade dabûn. Dadgehê îdiayên Ayverdiyê yên der heqê Dengîz de vekolandine. Belgeyên ku ji dadgehê re hatine şandin piştrast kirine ku îdiayên Ayverdiyê ne rast in. Ayverdiyê di lêpirsîna "endamtiya rêxistinê" ya der barê Dengîz de wêneyê Dengzî teşîs kiriye û der pêş kiriye ku Dengîz di Komîsyona Edaletê ya di bin banê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de cih girtiye û di vir de peywira wî "dadgertî" bûye.    Di danişîna 7'an a dozê de ku li Ddageha Cezayê Giran a 10'an a Amedê hatiye lidarxistin, Ayverdî bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bûye. Ayverdiyê di vê danişînê de îfadeyên xwe yên der heqê Dengîz de dubare kirine û cardin derpêş kiriye ku di bûyerekê de Dengîz dadgertî kiriye. Ayverdiyê parastiye ku Dengîz di Komîsyona Edaletê ya KCK'ê de cih girtiye û wê bi xwe jî serî li vê komîsyonê daye. Ayverdiyê di danişînê de derpêş kiriye ku ew li Nexweşxaneya Taybet a Seyrantepeyê ya Amedê wekî teknîkera anesteziyê xebitiye û wiha gotiye: "Komîsyona Edaletê pirsgirêkên civakî çareser dike. Bersûc jî di vê komîsyonê de dadger bû. Wê demê me jî serlêdanek kiribû. Li Nexweşxaneya Taybet a Seyrantepeyê jineke nexweşîna qelb pê re piştî emeliyatê jiyana xwe ji dest dabû. Xizmên jina jiyana xwe ji dest dabû êrişî nexweşxaneyê kirin. Piştî vê bûyerê ez çûm avahiaya HDP'ê ya bajêr û min serî li Komîsyona Edaletê da. Min ragihand ku xizmên nexweşê gefê dixwin. Di vê komîsyonê de Ramazan Dengîz hebû. Min pê re xeber da. Bersûc ji min re got, ew ê bi xizmên jina ku jiyana xwe ji dest daye re biaxive. Ez di navbera 2012-2013'an de li vê nexweşxaneyê xebitîm. Ev bûyer di sala 2012'an de çêbû. Ev nexweşxane paşê bû Memorîal. Qeydên min ê SGK'ê hene ku ez li vê nexweşxaneyê xebitîme. Wekî teknîkera anesteziyê xebitîm."    Piştî van îfadeyên Ayverdiyê, muzakere ji nexweşxaneyê re hat nivîsandin ku bê ka di navbera 2012-2013'an de li vê nexweşxaneyê xebitiye yan na. Nexweşxaneyê di bersiva xwe de diyar kiriye ku Hîcran Berna Ayverdî li tu beşên vê nexweşxaneyê nexebitiye.    Her wiha di danişîna 8'an de vê carê dadgehê muzakere ji Midûriyeta Polîsan a Amedê re nivîsî ku bê ka wê demê li wê nexweşxaneya navborî jinek jiyana xwe ji dest daye yan na. Midûriyetê di bersiva xwe de ragihandiye ku di lêkolîna kirine de leqayî keseke wiha nehatine.