Komên aligirên Amedsporê: Mîhrîcan îxaneta li Sûrê ye 2022-10-07 11:11:58   AMED - Komên alîgir ên Amedsporê bertek nîşanî mîhrîcana ku dê li Sûrê bê lidarxistin dan û gotin: “Ji mîhrîcanê dûr bikevin. Mîhrîcan îxaneta li Sûrê ye.”   Komên alîgirên Amedsporê bertek nîşanî “Mîhrîcana Çandê ya Riya Sûrê” ku Wezareta Çand û Tûrîzmê li dar dixe dan. Amedspor Barîkat li ser hesaba xwe ya medya sanal ev peyam parve kir: “JI MÎHRÎCANA SÛRÊ RE NA! Em ji mîhrîcaneke ku berî çend salan li ser malên mirovan û bîranîn wan ên hatine hilweşandin tê lidarxistin û tu eleqeya wê bi çanda me re tuneye re, dibêjin na!”   ‘JI MÎHRÎCANÊ DÛR BISEKININ’   Koma Dîrenîş a Amedsporê jî ev daxuyanî parve kir: “Mîhrîcan îxaneta li Sûrê ye. Mîhrîcana li 9’ê cotmehê tê lidarxistin em wek şahiya li ser nirx û rûmeta gelê me biçûk dixe dibînin û diyar dikin ku em li dijî vê xeletiyê ne. Em hêvî dikin ku gelê Amedê yê birûmet, sekna xwe ya li gel gelê xwe û nirxên gelê xwe nîşan bide û ji vê mîhrîcana bêhizir tê lidarxistin dûr bikevin. Em bi nirxên xwe ve hene. Em bi yekitiya xwe ya ku rast disekine û rûmeta xwe ve hene.”