Tevî êrişa polîsan jî Malbata Şenyaşar nobeta xwe didomîne 2022-10-07 13:54:26   RIHA - Tevî êriş û dorpêça polîsan jî Malbata Şenyaşar çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê didomîne.    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 578’an de berdewam kir. Malbat, di saetên serê sibehê de hatin pêşiya Edliyeya Rihayê û dest bi nobeta xwe kirin. Polîsan bi hinceta “qanûna qebehetan” nehêlan ku malbat pankarta xwe ya “Edalet ji bo malbata Şenyaşar, edalet ji bo her kesî” bihilayîse. Her wiha hewl dan malbatê ji pêşiya avahiya edliyeyê dûr bixin. Polîsan, derdora qada ku malbat çalakiya xwe lê didomîne, bi bariyerên hesin dorpêç kir. Ferît Şenyaşar xwest pankartê bi bariyerên hesin ve hilayîse lê polîsan bi hinceta “bariyer ên dewletê ne’, nehiştin. Ji ber astengkirinan jî malbata Şenyaşar, pankarta xwe bi texteyên li pêşiya bariyerên hesin ve hilayîst.    FERÎT ŞENYAŞAR HAT DERBKIRIN   Ferît Şenyaşar di dema çalakiyê de bertek nîşanî dorpêçê da, bariyer derbas kirin û kede qada hatiye dorpêçkirin. Li ser vê yekê polîsên sivîl gefa binçavkirinê li Şenyaşar xwar. Şenyaşar, got ku dê ji qadê dernekeve û polîsan hewl dan bi darê zorê jê derxînin. Polîsên ku Şenyaşar binçav kirin, ji Şenyaşar re gotin “here li edliyeyê gilî bike.” Şenyaşar ji qadê derneket û bi hesinên bariyeyan girt. Parêzerên Baroya Rihayê yên li qadê, nehiştin ku Şenyaşar bê binçavkirin.    Parêzeran, sedema dorpêça polîsan pirs kir û polîsan jî bersiva “qada ewlehiyê hat binpêkirin” dan. Li ser vê yekê Ferît Şenyaşar jî bertek nîşan da û wiha got: “Ma li vê derê şer heye? Ewlehiya çi? Ev 577 roj in em li vê derê rûdinin. Çima niha bû qada ewlehiyê?” Şenyaşar, bertek nîşanî polîsên hewl didan wî binçav bikin da û ev tişt anî ziman: “Herin wan kesên li nexweşxaneyê komkujî kirin bibînin. Xwe têkilî me nekin. Heke malbata we li nexweşxaneyê bihata qetilkirin, gelo dê we çi bikira?”    ÇALAKIYA NOBETÊ DIDOME   Li ser vê rageşiyê, gelek polîs sewqî cihê nobetê hatin kirin. Di vê navberê de polîsan nehiştin ku rojnameger dîmenan bikişînin. Ferît Şenyaşar ku di dema êrişa polîsan de birîndar bû, ji hêla xebatkarên tenduristiyê yên hatin qadê ve hat tedawîkirin. Tevî dorpêç û astengkirinên polîsan jî çalakiya dayik û kurê wê didome.