Malbata Nagihan Akarsel çû Silêmaniyeyê 2022-10-07 14:00:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Malbata Nagihan Akarsel çû Silêmaniyeyê û tev li taziyeyê bû. Cenazeyê Akarsel dê piştî merasîma sibe ya li Silêmaniyeyê, ber bi bajarê wê Konyayê ve bê oxirkirin.    Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel, di 4’ê cotmehê di encama êrişeke sûîqestê de li Silêmaniye ya Herêma Federal a Kurdistanê hat qetilkirin. Ji bo Akarsel, li Silêmaniyeyê konê sersaxiyê hat vegirtin. Konê sersaxiyê li Taxa Bextiyarî hat vegirtin û wêneyê Akarsel lê hatibû hilayîstin.    Malbata Akarsel jî çû Herêma Federal a Kurdistanê û tev li taziyeyê bû. Di heman demê de Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz û endamên partiyê jî li gel malbatê bûn.    DÊ SIBE BER BI KONYAYÊ VE BÊ OXIRKIRIN   Cenazeyê Nagihan Akarsel dê sibe piştî merasîma li Eywana Ecê Xanim, ber bi bajarê wê Konyayê ve bê oxirkirin.