Saziyên sivîl, çand û ziman: Beşdarî festîvalên bi vî rengî nebin, xwedî helwest bin 2022-10-07 14:35:13 AMED - Saziyên ziman, çand, hûner û civakî yên Amedê bertek nîşanî “Mîhrîcana Çandê ya Rêya Sûrê” dan û gotin: "Beşdarî festîvalên bi vî rengî nebin, meşrû nekin û xwedî helwest bin."    Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (Med Der), Komaleya Ekolojiyê, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Şanoya Bajêr a Amedê, Komaleya Jinê ya Çand, Huner û Wêjeyê (KASED), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadîyê (OHD), Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, Komeleya Wêjekarên Kurd bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî mîhrîcana bi navê “Mîhrîcana Çandê ya Riya Sûrê” ku ji aliyê Wezareta Çand û Tûrizmê ve tê lidarxistin dan.   ‘MÎHRÎCANA ASÎMÎLASYONÎST Û QIRKER’   Saziyan di daxuyaniya xwe de destnîşan kirin ku bi mîhrîcana tê lidarxistin qaşo dê “dîrok û çanda Amedê” bigihînin cîhanê, kesên ji xwe re dibêjin hunermend û kesên cuda dê tev li vê mîhrîcanê bibin û bernameyên “hunerî” li dar bixin û wiha gotin: “Li Amedê di navbera 8 û 16’ê cotmehê de di bin navê ‘Festîvala rêya çandê ya Sûrê’ de dê mîhrîcanek bê lidarxistin. Di serî de wekî sazî em diyar dikin ku tu eleqeya vê mîhrîcanê bi çandê re nîn e. Lewre bername ji serî heya dawî bi armanca asîmîlasyon û qirkirina çandî hatîye amadekirin. Ev tê wateya êrîşeke li ser çand, ziman, huner û dîroka gelê kurd û gelên qedîm ên ku li Surê, Amedê û herêmê dijîn.”     ‘HÊJ BIRÎNÊN DIL Û MEJÎ NEKEWÎYANE’   Saziyan diyar kirin ku hişmendiya ku sedan sal e gelan înkar û qir dike Sûra qedîm a li gelek neteweyan re mazûvaniyê dike hilweşand û îro dixwaze bi navê ‘riya çandê’ qirkirinê kur bike û wiha pê de çû: “Sûra ku bîra hezaran salan a mirovahiyê ye, bi her kuçe û mekanên xwe pênaseya çand û reseniya gelan dike. Her kevir û avahiyeke li Sûr û Amedê xwedî nasnameyeke civakî û dîrokî ye. Ji bo qirkirin û înkarkirina hebûna gelê kurd û gelan hate rûxandin. Îro di bîra gelê kurd û gelên herêmê de ev zindî ye. Birînên ku di dil û mêjîyê civakê de hatine vekirin 'hêj nekewiyane', cenazeyên mirovan di bin kavilên dîrokî de derdikevin, hestiyên ku ji cenazeyan mane, di qutîyên nava torbeyan de tên dayîn.”   ‘MÎHRÎCAN TÊ WATEYA ÊRIŞ Û BÊRÊZIYÊ’   Saziyan di berdewama daxuyaniyê de bi lêv kirin ku mîhrîcana tê kirin beriya her tiştî tê wateya êriş û bêrêziya li hemberî nirx û pîroziyên civaka kurd û ev tişt gotin: “Heman rengî li aliyekî dê konserên kurdî, lîstikên şanoya kurdî bên qedexekirin, ji bo asîmîlasyonê dê her tişt were kirin, li aliyê din jî dê li Amedê  ‘festîvala rêya çandê ya Sûrê’ bê lidarxistin. Ev durûtî ye!   XIZMETA FAŞÎZM Û QIRKIRINÊ DIKE    Di bin navê ‘rêya çandê’ de festîvaleke bi vî rengî encax dikare xizmeta ji faşîzm û qirkirinê bike. Hunermend, kes û derdorên cuda bi kîjan navî û bi kîjan mabestê tev li vê festîvalê dibin bila bibin, ew tenê dikarin xizmetê ji faşîzmê re bikin, qirkirina çandî ya li ser gelê kurd û gelên herêmê meşrû dikin.   BANGA BALDARIYÊ   Wekî sazî em dibêjin ku parastina 'gelekê ku di nava pencên qirkirina çandî de' peywira her ferdê ku dibêje ez mirov im, xwedî wijdan im, welatparêz im û demokrat im e. Li ser vê esasê em bang dikin ku herkes li hemberî çand, ziman, huner û dîroka xwe baldar be; beşdarî bername û festîvalên bi vî rengî nebin, meşrû nekin û xwedî helwest bin. Em rê nedin van rûyên reş û rêyên tarî!”