Li Hatayê tecrîd hat protestokirin 2022-10-07 14:42:51   HATAY - Rêxistina HDP’ê ya Îskenderûnê bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê da û wiha got: “Ev pirsgirêka ku beşeke mezin a civakê eleqeder dike, divê di zûtirin demê de bê çareserkirin.”    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îskenderûn a Hatayê têkildarî tecrîd û binpêkirinên li girtîgehan li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye, tecrîdê bi dawî bikin” hatibû vekirin. Di daxuyaniyê de gelek endamên partiyê amade bûn. Hevserokê HDP’a Îskenderûnê Abdurrahîm Şahîn di daxuyaniyê de axivî û xwest ku di zûtirin demê de pirsgirêkên li girtîgehan bên çareserkirin. Şahîn, da zanîn ku 604 jê giran bi giştî zêdetirî hezar û 500 girtiyên nexweş hene, di nava sala 2022’yan de 62 girtiyan jiyana xwe ji dest dane û înfaza 120 girtiyan jî hatiye şewitandin.    BERTEK NÎŞANÎ TECRÎDÊ DA   Bi domdarî Şahîn anî ziman ku bi awayekî keyfî cezayên disiplînê li girtiyan tên birîn û axaftina xwe wiha xelas kir: “Girtiyan têxin hucreyên yekkesî, xwarina wan kêm tê dayîn, nayên tedawîkirin û ji mafê xwe yê ragihandinê bêpar tên hiştin. Her wiha tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê tu xizmetê ji aştiya civakê re nake. Partiya me ji bo mijara tecrîdê serî li wezareta dadê da lê mixabin heta niha jî tu bersiv jê re nehatine dayîn. Ev pirsgirêk, beşeke mezin a civakê eleqedar dike lewma divê di çarçoveya hiqûq û qanûnên neteweyî û navneteweyî de bê çareserkirin. Em wê demê dê bikarin aştiya civakî û demokrasiyê ava bikin.”