Nivîskarê 27 sal in girtî ye hate derbkirin 2022-10-07 15:24:05   MÊRSÎN - Nivîskar û xêzkar Ahmet Bîlge ku li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê girtî ye, ragihand ku di dema lêgerîna qawişê de hatiye derbkirin.    Nivîskar û xêzkar Ahmet Bîlge ku li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê tê ragirtin, di dema lêgerîna qawişê de hate derbkirin. Bîlge yê ku 27 sal in di girtîgehê de ye û karîkatur û nivîsên wî yên di girtîgehê de di gelek kovaran de hatine weşandin, di 25’ê îlonê de di nameyeke ku ji adîl Okay re nivîsandiye de ragihandiye ku di 21’ê Îlonê de di dema lêgerîna qawîşê de ji hêla tîmên taybet ên gardiyanan ve hatine derbkirin.   HEVALÊ WÎ YÊ QAWIŞÊ XISTIN HUCREYÊ   Di nameya Bîlge de ev tişt hatin gotin: “Di 21’ê îlona 2022’yan de gotin ‘lêgerîna qawişê heye’ û xwestin em biçin cihê hewadariyê. Em derketin wir. Di vê navberê de qawiş û cihê hewadariyê ji gardiyanan tejî bû. Robokop jî hebûn. Xuya dikirin ku da pirsgirêkê derxînin. Ji ber gardiyanên ketin hundir ne gardiyanên Girtîgeha Elbîstanê bûn yek ji wan jî me nas nedikir. Pişt re em hîn bûn ku ev ji aliyê Wezareta Dadê ve bi awayekî taybet hatine peywîrdarkirin. Dema li cihê hewadarkirinê li ser me geriyan pirsgirêkek derneket. Pişt re ji bo lêgerîna qawişê û tiştan derbasî hundir bûn. Ez û hevalê me yê qawişê Rahîm Dûrûkan jî ji ber lêgerîna qawişê derbasî hundir bûn. Ez li qata jêr bûm. Di dema lêgerînê de provoke kirin û hemûyan yek carê bi pêhn û mistan êriş kirin. Li ser deng û gengeşiyê hevalê Rahîm jî hate jêr êrişî wî jî kirin. Dû re em kelemçekirin û birin xistin hucreyên di muşahadeyê de.  Nêzî saetekê di hucreyê de man. Pişt re em anîn qawişa me. Qawiş tev li hev bû. Eşyayên me belavkiribûn, hin şikandibûn hin jî biribûn. Hevalên me yên li cihê hewadariyê negirtibûn hundir û bêyî çavdêr lêgerîn kiribûn. Min bi taybetî ji ser û rûyê xwe gelek derb xwarin û ez nebaş im. Hevalê Rahîm jî ji mil û pişta xwe aciz bû. Ji ber vê yekê me xwest me bibin revîrê. Gelek wext derbas nebû dora saet 7-8’an em birin beşa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê. Li vê derê bi gumana şikestinê röntgene difina min hate kişandin. Dû re jî tomografiyê min hate kişandin. Rontgenê mil û pişta Rahîm kişandin. Lê tevî me xwestin jî rapor û encamên mûayeneyê hêj nedane me. Rayedarên girtîgehê ku piştî bûyerê em pê re axivîn, diyar kirin ku her tişt di înîsiyatîfa tîma ku bi rayeyên taybet ji aliyê wezaretê ve hatine şandin de pêk hat û bûyer ji derveyî wan pêk hatiye.    DERBARÊ KESÊN HATIN DERBKIRIN DE LÊPIRSÎNA DÎSÎPLÎNÊ DANE DESTPÊKIRIN   Piştî du rojan jî derbarê min û hevalê Rahîm de bi hinceta em li dijî lêgerînê derketine lêpirsîna dîsîplînê hate vekirin. Em li dijî lêgerînê derneketibûn elbet lê li dijî vê helwestê jî em matmayî neman. Me bûyer bi daxwazanameyekê ji rêveberî û Wezareta Dadê re nivîsand. Her wiha me serî li Dozgeriya Komarê da û giliyê wan kir. Lê heke li derve jî edalet ev qas siyasî bibe û têk çûbe min ne bawer e ji bo girtiyekî jî bi cih were. Wezîrê Dadê diyar kiribû ku îşkenceyê ji holê rakin û nahêlin tu karmendên wan bi îşkenceyê were bi bîr anîn. Tevî her tiştî em ê serî li rêyên qanûnî bidin.”