Wasiyê Ocalan, Dînç: Ji bo rakirina tecrîdê hewcehî bi têkoşîneke topyekûn heye 2022-10-07 15:46:01   ÇEWLIK - Wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Mazlum Dînç, bal kişand ser tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê û wiha got: “Ji bo rakirina tecrîdê, hewcehî bi têkoşîneke topyekûn heye.”    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çewlikê, bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, panelek li dar xist. Wasiyê Abdullah Ocalan û yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Mazlum Dînç jî beşdarî panelê bû û komploya navneteweyî şermezar kir.    Parêzer Mazlum Dînç diyar kir ku pêvajoya komployî piralî û bi piraktorî pêş ketiye û wiha got: “Gelek lingên komployê hene. Di serî de jî DYA heye. Ev hêzên hegemon, di nava amadekariyên destwerdaneke mezin de bûn. Mebesta wan ew bû ku li Rojhilata Navîn şer kûrtir bikin. Lewma jî birêz Ocalan bû hedefa wan. Bi vê sedemê jî polîtîkaya tesfiyekirinê xistin meriyetê. Birêz Ocalan û tevger, xwedî nêrîneke serbixwebûnê û azadîxwaziyê bûn lewma hedef hatin girtin. Ji ber vê sedemê neçar ma ku ji Sûriyeyê derkeve.”    ‘WELATAN BI HIQÛQA XWE NEKIRIN’   Mazlum Dînç, bal kişand ser hewldanên Ocalan ên li dijî vê pêvajoyê û ev nirxandin kir: “Birêz Ocalan dixwest pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bike û çû Ewropayê. Lê çawa ku gihişt Ewropayê, komplo ferq kir. Van welatan bi hiqûqa xwe nekirin, daxwaza îltîcayê ya Ocalan qebûl nekirin û Rûsya jî di vê mijarê de bi heman awayî tevgeriya. 298 wekîlan ji bo mafê îltîcayê yê birêz Ocalan serlêdan kir lê ev welat li gorî berjewendiyên xwe tevgeriyan û destûr nedan. Li Yewnanistanê li balafirê hat siwarkirin û şandin Kenyayê. Piştre jî di 15’ê Sibatê de bi komployeke navneteweyî hat girtin.”    LI ÎMRALIYÊ PERGALA ÎŞKENCEYÊ HAT AVAKIRIN   Dînç, qala pêvajoya anîna Ocalan a Tirkiyeyê kir û wiha domand: “Li Girava Îmraliyê pergalek ava kirin. Beriya wê, ew girav girtîgeheke servekirî bû. Lê hate valakirin û tenê ji bo ku birêz Ocalan bikare tê de bimîne hat sererastkirin. Bi vê yekê re pergala îşkenceyê hat avakirin. Darizandineke formalîte hat kirin. Li gel ku dosyaya wî ji 17 hezar rûpelan pêk dihat, tenê di mehekê de hat bidawîkirin. Xuya bû ku bi tu awayî li gorî hiqûqê tevnegeriyan û biryarekî siyasî bû. Piştre jî di 29’ê hezîranê de biryara îdamê dan. Hilbijartina vê dîrokî tiştekî ji rêzê nebû. Ji ber ku di heman rojê de Şêx Seîd hatibû bidarvekirin. Xwestin peyamekî bidin kurdan.”   ‘CPT BI BERPIRSYARIYA XWE RANABE’   Bi domdarî Dînç bal kişand ser astengkirina hevdîtinên parêzer û malbatê ya bi Ocalan re û ev tişt anî ziman: “Ev 12 sal in parêzer nikarin hevdîtinan bikin. Hevdîtinên bi malbatê re jî bi heman awayî tên astengkirin. Di bin tecrîdeke giran de ye. Ne tenê birêz Ocalan, her wiha girtiyên din jî di bin tecrîdeke giran de ne. Bi têkbirina pêvajoya çareseriyê re, piştî sala 2015’an tecrîda heyî hêj girantir kirin. Niha di bin şert û mercên giran ên tecrîdê tê ragirtin. Ne nameyan didin û ne jî destûra hevdîtina bi malbatê re didin. Di qanûnên wan de aşkera tê gotin ku nikarin pêşî li ber hevdîtinên parêzeran bigirin. Me ji bo CPT’yê gelek serlêdan kirin. Lê belê xwe li bêdengiyê didin. Demekî nêz berê CPT çû Îmraliyê. Berpirsyariya wê heye ku şert û mercên wê derê kontrol bike. Lê belê ev berpirsyarî bi çûyîna Îmraliyê re ranabe. Di vê mijarê de berpirsyariya xwe bi cih nayîne. Tecîda li Îmraliyê nayê qebûlkirin û ew jî vê qebûl dikin. Girtiyek herî zêde dikare 15 rojan di hucreyê de bê ragirtin lê birêz Ocalan ev 24 sal in di tecrîdê de ye. CPT’yê jî ev tespît kirin. Lê ne CPT’yê û ne jî dewlet di vê mijarê de li berpirsyariya xwe ranabe.”    ‘OCALAN KOMPLO PÛÇ KIR’   Di berdewamê de Dînç got ku piştî ku Ocala anîn Tirkiyeyê, komploya navneteweyî hatiye pûçkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Ocalan, bi têkoşîna xwe ev komplo pûç kir. Bi paradîgmaya xwe rê nîşan da. Tevî derfetên bisînor jî, tevî ku peywendiyên wî yên bi derve kêm bûn jî, fikrên xwe bi raya giştî re parve kirin. Qanûna ku mirovekî heta dawiya emrê xwe di girtîgehê de dihêle, tenê ji bo birêz Ocalan xistin meriyetê. Ev ceza, ji cezayê îdamê xerabtir e. Ev yek îşkence ye. Binpêkirina rûmeta mirovahiyê ye. Ji bo ku Tirkiye di vê mijarê de paşvegav biavêje, DMME’yê Tirkiye hişyar kir lê Tirkiye li gorî van biryaran tevnagere. Berpirsyariyeke DMME’yê heye lê zextê li Tirkiyeyê nake. Dema mijara behsa xeberê dibe birêz Ocalan, komplogerên navneteweyî jî bêdeng dimînin.”    TÊKOŞÎNA TOPYEKÛN    Dînç, bertek nîşanî saziyên navneteweyî ya li hemberî tecrîdê da û axaftina xwe wiha qedand: “Ji vê helwestê em vê fêm dikin; ji ber berjewendiyên xwe naaxivin. Ev bêdengiya li hemberî tecrîd3e, helwestekî siyasî ye. Mijara birêz Ocalan ne tenê mijareke hiqûqî ye. Me beriya niha jî dît ku hevdîtinên bi birêz Ocalan re, di nava civakê de hêviyê çêdike. Heke birêz Ocalan bikariya nêrînên xwe parve bike, di halê hazir de dê hevsengiyên Rojhilata Navîn biguheranda. Nahêlin yek gotin jî ji wir derkeve. Ewqas ji nêrînên birêz Ocalan ditirsin. Heke pêşiya birêz Ocalan vekin, dê çareseriya pirsgirêka kurd pêş bikeve û ji bo aştiyê gav bên avêtin. Lewma divê hemû kes ji bo rakirina tecrîdê têbikoşe. Ne tenê kurd, divê hemû gelên cîhanê bi awayekî topyekûn têbikoşin. Ji bo ku azad û di nava aştî û demokrasiyê de bijîn, divê em bi têkoşîneke topyekûn dawî li tecrîdê bînin.”    Piştî axaftina Dînç jî panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.