Hiqûqnasan qetilkirina Akarsel şermezar kirin û gilî kirin 2022-10-07 16:18:32   AMED - OHD'ê qetilkirina rojnamevan Nagîhan Akarsel şermezar kir û derbarê êrîşa polîsan ya di çalakiya ji bo qetilkirina Nagîhan Akarsel de hatiye kirin de gilî kirin.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê ya Amedê, qetilkirina endama Akademiya Jineolojiyê rojnamevan Nagîhan Akarsel şermezar kir. OHD'ê êrişa polîsan a li dijî çalakiya qetilkirina Akarsel a di 4'ê cotmehê de pêk hatî jî protesto kir. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, Baroya Amedê, Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê piştgirî da daxuyaniya OHD'ê ya li ber Edliyeya Amedê hate dayîn.     QETILKIRINA NAGÎHAN AKARSEL HATE ŞERMEZAR KIRIN   Rêvebera Şaxa OHD’ê ya Amedê Sûzan Akîpa daxuyanî xwend. Akîpa, diyar kir ku rojnamegera kurd Nagîhan Akarsel li bajarê Silêmaniyê ber deriyê mala xwe hate qetilkirin û got: "Em wek OHD’ê, qetilkirina Nagihan Akarsel ya kesayetek avakerê dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' ya bûye sembola xwepêşandanên Îranê şermezar dikin, Ev qetlîam e, berdewamiya êrîşên sîstematîk yên pergala mêr-dewlet û netew-dewletên li hemberî azadiya jinan e.”   Akîpa, bi bîr xist ku li dijî vê êrîşê wek gelek bajaran li Amedê Parka Xezalê jî daxuyaniyek hat dayîn û wiha berdewam kir: “Di destpêka daxûyaniyê de girseya ku endamên me jî di nav de bûn hat dorpêçkirin û bi awayekî keyfî hat mudaxalekirin. Dîsa di destpêkê de endamên çapemeniyê û partiyên siyasî hatin binçavkirin, girse hate dorpêçkirin û ne hiştin belav bibin û bi awayekî keyfî xwestin wan binçav bikin. Ji ber vê yekê endamên me 40 parêzer çûn cîhê bûyerê û bertek nîşanî vê muameleya keyfî dan. Li hember vê yekê hêzên ewlekariyê bi mertalan mudaxale kirin û ji nêz ve gaza îsotan avêtin parêzeran. Ji ber vê êrîşe gelek endamên me û gelê sivîl ketin rewşekî nexweş û birîndar bûn. Ji bo ku derbarê polîsên êrişkar de lêpirsînên edlî û îdarî bên dest pê kirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatiye dayîn. Em ê şopdarên pêvajoya hiqûqî bin.”   ‘EM TÛ CAR SERÎ NA TEWÎNIN’   Akîpa axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em wek OHD’ê li dijî tevahî bêhiqûqiyan û êrîşên li hember jinan sekna xwe tû carê nagûherînin û li her qadê tekoşîna xwe berdewam bikin. Em bi pratîka xwe ya hiqûqa azadîxwaz, ne tenê li edliyeyan, eywanên dadgehan, navendên binçavkirina, li her derê û her qada jiyanê li dijî neheqî û bêhiqûqiyan dê tekoşîna xwe ya hiqûqî berdewam bikin.”   Çalakî bi dirûşmeya “jin, jiyan, azadî” û çepikan dawî bû.