Parêzerê malbata Jîna Amîniyê rapora Tiba Edlî red kir 2022-10-07 21:04:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerê malbata Jîna Mahsa Amîniyê ku ji aliyê polîsên Îranê ve hatibû qetilkirin, rapora Tiba Edlî red kir. Parêzer ji ber ku bi bijîşkê malbatê nehatiye şêwirandin raporê red kiriye.   Jîna Mahsa Amînî di 16’ê Îlonê de li Tehranê ji aliyê "polîsên exlaqê" yên rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin. Tiba Edlî ya Îranê piştî 21 rojan rapora xwe ya têkildarî qetilkirina Jîna Amîniyê de eşkere kir. Di raporê de tê îdiakirin ku Jîna ji ber nexweşiyeke xwe ya berê jiyana xwe ji dest daye û wiha hatiye gotin: “Jîna Amînî di temenê xwe yê 8 salî de hatiye emeliyatkirin û girêkek di mêjiyê wê de çêbûye. Dibe ku sedema mirina wê, ji ber vê nexweşiya wê ya berê be."   Malbata Jîna Amîniyê berê serî li serdozgeriyê dabû ku bûyerê vekole. Malbatê ji bo lêkolînkirinê, navê hinek bijîşkên pêbawer dabûn, lê yek ji wan jî tevlî lêkolînê nehatine kirin.   Ji parêzerên malbata Jîna Amîniyê, Salih Nîkbext di hevpeyvîneke xwe ya li gel BBC Farisiyê de daxuyand ku bi daxwaza malbatê rapora Tiba Edlî red kiriye.   Parêzger Salih diyar kir ku îdiaya ku rejîm dibêje Amînî ji ber nexweşiyeke xwe ya berê jiyana xwe ji dest daye, îdiayeke pûçe û ev yek ji aliyê bijîşkê wê ve jî hatiye derewandin.