Parlementera HDP'ê Guzel ji bo jinên hatine qetilkirin porê xwe jê kir 2022-10-07 22:46:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlementera HDP'ê Semra Guzelê ku parêzbendiya wê hat betalkirin, têkildarî qetilkirina Nagîhan Akarsel û Jîna Mahsa Amîniyê peyamek rê kir.    Guzel ku di Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvrî) de bi tena serê xwe di hucreyekê de ye, têkildarî qetilkirina Jîna Mahsa Amîniyê ya li Îranê hat qetilkirin û Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarselê ya li Silêmaniyeyê hat qetilkirin bi rêya parêzerên xwe peyamek rê kir.    Guzelê ku bi jêkirina porê xwe qetilkirina Amîniyê şermezar kir di peyama xwe de wiha gotiye: "Serdestiya zilamsalarî her ku ji jinan ditirse, êrişên xwe didomîne. Ewilî Jîna Amînî, niha jî Nagîhan Akarsel. Bêtehamuliya li hemberî jinên berxwedêr, jinên azad û jinên kurd didome. Lê ne duh ne jî îro, me tu carî serî netewand û dest jê berneda. Em li ku derê dibin bila bibin, em ê ji bo cîhaneke wekhev û azad bitêkoşin, em ê bibêjin 'Jin, Jiyan, Azadî' û têkoşîna azadiya jinê bilind bikin. Hemû jinên hatine qetilkirin bi rêzdarî bibîr tînim û sersaxiyê ji malbatên wan û hezkiriyên wan re dixwazim."   Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel ku parêzbendiya wê hatibû betalkirin, di 3'yê Îlonê de hatibû girtin.