Taşkesenê ku gotibû 'Ev der Kurdistan e' dîsa hat binçavkirin 2022-10-07 23:20:44   SÊRT - Cemîl Taşkesenê ku ji Meral Akşenerê re gotibû "Ev der Kurdistan e" cardin hat binçavkirin.   Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ'yê Meral Akşener di 28'ê Cotmeha 2021'ê de serdana navçeya Misircê ya Sêrtê kiribû. Di serdanê de esnaf Cemîl Taşkesen ku bal kişandibû ser polîtîkayên qirkirin û asîmlasiyonê û gotibû "Ev der Kurdistan e" îro dîsa  hat binçavkirin. Hat ragihandin ku Taşkesen birine Midûriyeta Polîsan a Sêrtê.   Taşkesen, berê jî bi îdiaya "porpagandaya rêxistinê" hatibû binçavkirin û piştî îfadeya li dozgeriyê hatibû berdan.