Parêzer Demîr: Tecrîda li Îmraliyê berdewamiya komployê ye 2022-10-08 09:00:58   WAN - Parêzer Cemal Demîr diyar kir ku komploya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi hevkariya hêzên herêmî û global hatiye çêkirin û wiha got: "Li pişt vê komployê gelek dewlet hene."   Bi ser komploya navdewletî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re 24 sal derbas bûn. Li gel vê 19 meh in tu xeber ji Ocalan nayên girtin û serlêdanên parêzeran û malbatê yên ji bo hevdîtinê jî bêbersiv tên hiştin. Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê parêzer Cemal Demîr, komploya navdewletî nirxand.   ‘A HATIYE KIRIN DARBE YE'   Demîr bibîr xist ku komplo ne ji aliyê hêzên herêmî, ji aliyê hêzên mezin ên global ve bi awayekî organîzeyî hatiye kirin û wiha got: “9’ê Cotmeha 1998’an lingê yekemîn ê komployê bû. Di 15'ê Sibata 1999'an de Ocalan anîn Tirkiyeyê. Vê komployê wekî komploya gladyoyê dihesibînin, lê ev tiştekî ji  gladyoyê wêdetir e. Dibe ku hêzên herêmê di vê komployê de cih girtibin, lê di çarçoveya planên hêzên global de pêk hatiye û li pişt wê gelek dewlet hene. Îro her çi qas dewletên ku tev li komployê bûne li aliyê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurdî bin jî, lê şaşiyeke mezin kirin ku ev dê wekî lekeyeke reş têkeve nava rûpelên dîrokê. Ji ber ku ev komplo derbeyek bû li hemberî mafê jiyana bi hev re, wekhev û azad. Ev komploya ku di odeyên tarî de û li pişt perdeyan hat nîqaşkirin û hat pêkanîn, nehiştiye meseleya kurdî bi awayekî demokratîk bê çareserkirin. Bandora Ocalan a li ser gelên Rojhilata Navîn hesabên hêzên global serûbin kiriye. Lewma serî li rêbazeke neexlaqî ya bi vî rengî dan."   ‘TECRÎD, BERDEWAMA KOMPLOYÊ YE'   Di berdewamê de Demîr bilêv kir ku polîtîkaya tecrîdê ya bi awayekî sîstematîk li ser Ocalan tê pêkanîn, berdewamiyeke komployê ye û wiha domand: "A rast, komplo destpêka polîtîkaya tepisandinê ya li dijî kurdê azad bû. Polîtîkaya tecrîdê dewama komployê ye. Ji lew re ji bo komplo bi ser biketana diviyabû dengê birêz Ocalan bihata tepisandin û pêwendiya wî ya bi derve re bihata qutkirin. Ev tişt her çi qas li dijî destûra bingehîn a Tirkiyeyê be jî, lê ev di çarçoveya navneteweyî de jî xwe dide der. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) di navbera 20-29'ê îlonê de çûbû Girava Îmraliyê. Bi baweriya min CPT bandorek cidî li tecrîda li ser Ocalan dike. Ji ber ku CPT'yê ev pêkanînan kirine tiştekî rûtîn. CPT di wextê xwe de serdanên xwe eşkere nake. Divê CPT tecrîda li Îmraliyê bi awayekî eşkere parve bike. Divê Tirkiyeyê bi awayekî cidî hişyar bike. Her wiha divê saziyên navneteweyî jî ji bo bidawîkirina vê tecrîdê bang bikin. Heta niha CPT'yç tiştekî wiha nekiriye. Lewma mirov dikare bi rihetî bibêje ku tecrîda girankirî berdewamiya komploya navdewletî ye.”   ‘HELWESTA ÎMRALIYÊ KOMPLO PÛÇ KIR'   Bi domdarî Demîr anî ziman ku helwesta Ocalan planên hêzên global û polîtîkaya komployê ya ku dixwestin di odeyên tarî de pêk bînin pûç kiriye û ev tişt anî ziman: "Armanceke din a hêzên global a ji Sûriyeyê derxistina Ocalan ew bû ku gelên Rojhilata Navîn bera hev bidin. Lê birêz Ocalan bi helwest û perspektîfa xwe ya li Îmraliyê komplo pûç kir. Birêz Ocalan dizanibû ku armanca komploya navdewletî ew e ku gel bi hev bikevin û şer bê gurkirin. Lewma birêz Ocalan di aştiyê de israr kir."   Demîr di dawiyê de destnîşan kir ku ji bo tecrîd bê şikandin divê gelên Rojhilata Navîn bi hev re bitêkoşin û bang li CPT'yê û civatên mafên mirovan ên Ewropayê kir ku peywira xwe bi cih bînin.