Banga ji bo 'Meşa Azadiyê': Em ê rejîma tecrîdê bişikînin 2022-10-08 09:01:50   STENBOL - HDK, HDP û NÇM ku dê di salvegera komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bi dirûşmeya "Em ber bi azadiyê ve dimeşin" meşeke girseyî li dar bixin, ji bo beşdarbûnê bang kirin.    Komploya navneteweyî ya ku bi hevkariya hêzên globalî di 9'ê Cotmeha 1998'an de li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat çêkirin, dê salvegera xwe ya 24'an de li gelek bajaran bi meşan bê protestokirin. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Xizmên Windayan ên Anatolyayê (ANYAKAY-DER), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER), Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD), Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD), Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û Komeleya Lêkolînên Kurdî (Enstîtûya Kurdî) dê di 9'ê Cotmehê de bi dirûşmeya "Em ber bi azadiyê ve dimeşin" li Kadikoyê meşeke girseyî li dar bixin.    Hevberdevkê HDK'ê yê Stenbolê Erkan Tepelî, Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu û perwerdekarê NÇM'ê Engîn Cengîz li ser armanc û amadekariyên meşa girseyî axivîn û ji bo beşdarbûnê bang kirin.   BANDORA MEŞÊ   Tepelî diyar kir ku fetloneka herî dijwar a ku kurd û hêzên demokrasiyê bi modernîteya kapîtalîst re rû bi rû mane, komploya navneteweyî ye û got ku divê hemû bertek bertek nîşanî komployê bidin. Tepelî bal kişand ser girîngiya bertekên li dijî komploya navdewletî û wiha got: “Meşên ku wê bi dirûşmeya 'Em ber bi azadiyê ve dimeşin' girîng in. Ji lew re yeqîn dikim ku dê ev meş bibin cihê bandoreke civakî."    REJÎMA TECRÎDÊ   Tepelî destnîşan kir ku li ser komploya navneteweyî li Tirkiyeyê rejîmeke tecrîdê hatiye avakirin û ev yek ji aliyê civakê ve nayê qebûlkirin. Tepelî wiha got: “9’ê Cotmehê wê bibe rojeke girîng ji bo şikandina tecrîda ku dewlet bixwe jî di domandina wê de zehmetiyê dikişîne û civak wê bi tu awayî qebûl nake. Îsrara ji bo vê meşê, hem ji bo bidawîkirina tecrîdê hem jî ji bo birêz Ocalan şert û mercên ku karibe fikrên xwe bigihîne hemû civakê bi dest bixe, girîng e."   Tepelî anî ziman ku tecrîd bi xwe re rejîmeke nû ava kiriye û axaftina xwe wiha domand: “Ev tecrîd ne tenê li ser kurdan an jî birêz Ocalan, li ser hemû derdorên civakê tê pêkanîn. Tecrîd navê mekanîzmayekê ye ku tevahiya civakê diyar dike û bi rê ve dibe. Ji ber vê yekê divê hemû pêkhate û hêzên civakî yên xwedî îdiaya pêşeroja Tirkiyeyê ne, li dijî vê rabin."   ‘SÎNORÊN HATINE DANÎN BÊWATE BÛN'   Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu jî komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK'ê Ocalan şermezar kir û diyar kir ku ev komplo li dijî hebûna gelê kurd hatiye kirin. Encu wiha got: “Dema rastiya gel a li ser esasê mafên mirovan derket holê, sînorên ku di Peymana Lozanê de li ser maseyê hatin xêzkirin, gav bi gav bêwate bûn. Dema ku hêzên navdewletî dîtin rastiya civakî derket holê, rabûn ev komplo xistin dewrê. Ên pêşengiya vê kirin jî Gladio û NATO bûn. Ev komplo, di heman demê de wekî darbeyeke li Tevgera Azadiyê ya Kurdî û têkoşna heqiyê ya gelê kurd hatin kirin."    ‘KOMPLO PÛÇ BÛ'   Encu bal kişand ser pêvajoya komployê jî û wiha got: “Di van 24 salan de bi pûçkirina komployê re, paradîgmaya ku Ocalan li Girava Îmraliyê pêş xist, bû sedema guhertineke mezin. Mînak Bihara Ereban, geşedanên li Rojavayê. Li Rojavayê fikrên birêz Ocalan bi ruh û can bûn. A rast, ev hemû jî nîşan didin ku komplo pûç bûye."   ‘BÛ ÎLHAM JI GELAN RE'   Encu destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn gelek guhertin û veguhertin rû didin û got ku Abdullah Ocalan felsefe û paradîgmayeke nû derxistiye holê. Encu got: “Ocalan, ji bo jiyaneke bi hev re ya li erdnîgariyeke hevpar perspektîfa neteweya demokratîk danî holê. Çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi wî re ye. Ji bo gelek gel û baweriyan bû îlham. Hem di warê ekolojiyê hem di warê jin û ciwanan û hem jî di warê sosyalîstên çep de bû cihê pêşketinên mezin.”   VEXWANDIN   Encu bal kişand ser armanca meşa ku dê li Kadikoyê li dar bixin jî û destnîşan kir ku ew dixwazin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, ji lew re Ocalan dikare pêşî li ber aştiyê veke. Encu wiha domand: "Bi vê meşê re em armanc dikin ku di şexsê gelê kurd de hemû girtiyên siyasî û nexweş azad bibin û pirsgirêk çareser bibin. Em her kesî vedixwînin meşa xwe.”   BERDEWAMA PÊVAJOYA KOMPLOYÊ   Perwerdekarê NÇM'ê Engîn Cengîz jî destnîşan kir ku pêvajoya ku bi komployê dest pê kiriye niha jî didome û wiha got: "Em ji kîjan aliyî ve lê mêze bikin jî, em dibînin ku pêvajoya ku bi komployê dest pê kir hê jî didome. Û niha ji wir ber bi Yemen, Sûriye û Îranê ve çûye. Êdî ne ev pergal ne jî mirovahî nikarin bi rê ve biçin."    BANGAWAZÎ   Cengîz bang li hemû derdorên demokratîk kir ku nerazîbûnên xwe bînin ziman û wiha got: "Em li dijî komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî maêfn mirovan û tecrîda li ser Ocalan bang li her kesî dikin ku tevlî meş û daxuyaniyên bi vî rengî bibin."