Kekê Cemîl Kirbayir: Dê têkoşîna me bidome 2022-10-08 13:51:35   STENBOL – Cemîl Kirbayir 42 sal berê di bin çavan de hatibû windakirin. Kekê Kirbayir, Mîkaîl Kirbayir bertek nîşan da ku doz ket ber demborînê û wiha got: “Encama dozê çi dibe bila bibe, em ê dev ji doza Cemîl Kirbayir bernedin.”    Dayikên Şemiyê bi mebesta pirsîna aqûbeta windakiriyan û darizandina kujerên wan, her hefteyê bi dirûşma “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” çalakî li dar dixin. Dayikên Şemiyê, di hefteya 915’an de çalakiya xwe online kir. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Cemîl Kirbayir hat pirsîn ku di 13’ê îlona sala 1980’an de li gundê Okçu yê Erdexanê li mala xwe hatibû binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin.    Daxuyanî, ji hêla Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî ve hat xwendin. Yolerî, da zanîn ku malbatê di 25 rojên binçavkirinê yên Kirbayir de pêdiviyên wî bi cih anîne û wî jî ji malbatê re nivîsa “tiştên we şandin gihiştin ber destê min” şand. Bi domdarî Yolerî wiha got: “Malbat, di 8’ê cotmehê de çû navenda binçavkirinê û wan jî ji malbatê re got; ‘kurê we firar kir û êdî ji bo pirsîna wî neyên vêderê.’ Serlêdanên bav Îsmaîl Kirbayir û Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê bêencam man. Ji wê rojê ve tu agahî ji Cemîl nehatin girtin.    Komîsyona Lêgerînê ya Meclisê têkildarî mijarê bi gelek şahidan re, bi xebatkarên emniyet û MÎT’ê yên wê demê re hevdîtin kirin. Raporeke ji 350 rûpelan amade kir. Di raporê de tê gotin ku Cemîl Kirbayir di îşkenceyê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî jî ji hêla kesên bûne sedema mirina wî ve hatiye tunekirin. Bi vê yekê re bi awayekî fermî hat qebûlkirin ku Cemîl di bin çavan de hatiye windakirin. Komîsyonê her wiha li Serdozgeriya Komarê ya Qersê gilî kir. Lê belê vê desthilatdariyê cisaret nekir ku bi sûcên li dijî mirovahiyê re hevrû bibe.    EM Ê DEV JI DAXWAZA EDALETÊ BERNEDIN   Banga me li rayedarên dewletê yên soz dayîn Dayika Berfo ew e ku sozên xwe pêk bînin. Em dixwazin ku xwedî îradeyeke wisa bin ku aqûbeta Cemîl Kirbayir aşkera bikin, faîl û berpirsyarên di Rapora TBMM’ê de cih digirin bên darizandin. Çend sal derbas bibin jî em ê dev ji daxwaza edaletê ya ji bo Cemîl Kirbayir û windakiriyên din bernedin.”   ‘GENERALÊN CÛNTAPARÊZ JI DESTÊ ME GIRTIN’   Piştre jî kekê Cemîl Kirbayir, Mîkaîl Kirbayir axivî. Kirbayir, wiha got: “Piştî ku generalên cûntaparêz di Darbeya 12’ê Îlonê de dest danîn ser rêveberiya welêt, birayê min ji destê me hat girtin. Birayê min tevî 17 hevalên xwe, hefteyekê li 247’emîn Lîwaya Peyadar a Goleyê hat ragirtin. Hefteyek piştre birin mala çavdêriya leşkeran a girêdayî 9’emîn Parartêşê ya Qersê. Di 7’ê cotmehê de em çûn serdana wî. Wê demê me nedikariya rû bi rû hev bibînin. Me bi rêya pusulayê pêdiviyên wî pêşwazî dikirin. Dema di 7’ê cotmehê de cilên xwe şandin, pusulayek nivîsandibû û wiha digot; ‘Ez ê baş im, pirsgirêk nîne.’ Di 8’ê cotmehê de ez li Goleyê memûr bûm. Bavê min got Cemîl firar kiriye û li malê lêgerîn hatiye kirin. Min ji bavê xwe re got; ‘Cemîl duh li wê derê bû û sax bû. Cihekî zor û zehmet e û kesek nikare jê bireve. Xuyaye ku Cemîl kuştine.    JI BO BIRAYÊ MIN GOTIN ‘FÎRAR KIRIYE’ Û EZ JÎ HATIM SIRGÛNKIRIN    Ji rojan, çarşem bû. Min demildest rapor girt û çûm Qersê. Ji ewil çûm mala çavdêriyê ya ku min lê dîtibû. Ji min re gotin Cemîl li emniyetê ye. Çûm emniyetê û wan ji min re gotin li mala çavdêriyê ye. Careke din hatim mala çavdêriyê. Min ji wan re got ku fikarên min hene û dixwazim bibînim. Rayedarekî payebilind lênûs vekir û bi pênûsa sor şerha ‘nehat anîn’ da. Ji bo min jî got; ‘birayê te li vir nîne.’ Dema ez çûm emniyetê jî ji min re gotin; ‘wî anarşîstî firar kir.’ Li ser vê yekê me serî li gelek cihan da. Dema min aqûbeta wî dipirsiya, hatim sirgûnkirin. Bi vê yekê xwestin ku kesek aqûbeta birayê min nepirse.    DI RAPORÊN MECLISÊ DE CIH GIRT    Em tev li çalakiya Dayikên Şemiyê bûn. Di encama têkoşînê de Serokkomar Tayyîp Erdogan bi Dayikên Şemiyê re hevdîtin kir. Li wir soz da dayika min. Li meclisê komîsyonek hat avakirin. Komîsyonê di rapora xwe de aşkera kir ku birayê min di 8’ê cotmeha 1980’an de ji hêla peywirdarên fermî yên dewletê ve hatiye rapirsîn, bi îşkenceyê hatiye qetilkirin û cenazeyê wî jî ji hêla van rayedaran ve hatiye tunekirin.    Em tev li dozê bûn. Doza 12’ê Îlonê 30 sal piştre dest pê kir. Heke mijara behsa xeberê demborîn be, wê demê 12’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê çima qebûl kir ku em mudaxil bibin? Darbeya 12’ê Îlonê bû sedema mirina Cemîl Kirbayir. Madem ku ev darbe hat darizandin û demborîn tune ye, çima aqûbeta Cemîl Kirbayir bi sedema demborînê hat tunekirin? Ya ku me diêşîne jî ev e. Encama wê çi dibe bila bibe, em ê dev ji doza Cemîl Kirbayir û windakiriyên din bernedin. Em ê dev ji kêla gora Dayika Berfo anku ji Qada Galatasarayê bernedin. Dê têkoşîna me bidome.”