‘Paradîgmaya Ocalan rê li ber gelên Rojhilata Navîn vekir’ 2022-10-08 14:50:16   AGIRÎ - Parlamentera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navnetewî pûç kir û wiha got: “Vê berxwedan û paradîgmayê ne tenê gelê kurd rê li ber gelên Rojhilata Navîn jî vekir.”    Tevgera Jinan Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li avahiya HDP’ê ya Agiriyê panelek li dar xist. Di panela ku gelek kes beşdar bûn de Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û parêzerên Komeleya Azadiyê (ÎHD) Cahît Ertan weke axivîner axivîn.       Parêzer Cahît Ertan diyar kir ku koordînartoriya komploya ku gelek welat di nav de bûn Amerîkayê kir û qala pêvajoya komployê kir.    ‘KOMPLOYA PIR ALÎ’   Ertan, da zanîn ku bi komploya navnetewî ya li dijî Ocalan, Rojhilata Navîn kaşkirin nava aloziyekê û wiha got: “Hin sedemên din jî hene ku ev komplo navnetewî ye. Girtîgeha Îmraliyê, beriya ku Birêz Ocalan bînin Tirkiyeyê girtîgeheke vekirî bû. Pişt re vê girtîgehê vediguherînin Tîpa F’yê. Ev girtîgeh bi peymana hevpar a CÎA û MÎT’ê re hatiye avakirin. Xaleke din jî ew e ku dema Birêz Ocalan anîn Tirkiyeyê û darizandin, cezayê darvekirinê ji nişka ve hat rakirin. Ev yek nîşan dide ku bi komploya navneteweyî re Ocalan bi şertekê bi tenê radestî Tirkiyeyê hatiye kirin. Heke, bêyî şerteke bi vî rengî nepêkan bû ku cezayê darvekirinê bihata rakirin. Ev yek jî nîşaneyeke din e ku komplo ji aliyê navneteweyî ve hatiye kirin.”   PARADÎGMAYA OCALAN    Parlamentera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî diyar kir ku gelê kurd ê tune dihate hesibandin bi paradîgmaya ku Ocalan afirandiye heye û got: “Bi paradîgmaya birêz Ocalan avakirî, li dijî tunekirina kurdan bû qadeke berxwedanê. Hewildan heman komkujiya li ermenan kirin li dijî kurdan jî bikin. Ev yek jî bi komploya li dijî birêz Ocalan û pergala tecrîdê ya tê meşandin kirin. Lê birêz Ocalan bi berxwedana Îmraliyê ev komplo vala derxist. Vê berxwedan û paradîgmayê ne tenê gelê kurd rê li ber gelên Rojhilata Navîn jî vekir.”   POLÎTÎKAYA TECRÎDÊ    Taşdemîr, destnîşan kir ku şer û koçberiyên îro li Rojhilata Navîn rû didin, ji ber komploya li dijî Ocalan e û polîtîkaya tecrîdê ye û wiha berdewam kir: “Hemû pirsgirêkên ku îro li Tirkiyeyê tên jiyîn, ji ber pirsgirêka kurd û polîtîkaya tecrîdê ye. Yekane rêya derketina ji vê krîza pirrengî, bidawîkirina polîtîkaya tecrîdê û çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêbazên demokratîk e. Îro rêya yekane û bingehîn a rizgariya Tirkiyeyê û tevahiya Rojhilata Navîn, bidawîkirina polîtîkaya tecrîdê ya li ser Birêz Ocalan e. Îro di kûrkirina tecrîdê de para me jî heye. Ji ber ku em hesasiyeteke têrker nîşan nadin û em kêm dimînin. Ji ber vê yekê divê em hîn bêhtir bi polîtîkaya tecrîdê hesas bin û bi nîşandana têkoşîneke mezintir dawî li tecrîdê bînin.”   Taşdemîr, bi lêv kir ku jin bi saya felsefeya Birêz Ocalan li Îranê bi dirûşmeya “jin jiyan azadî” li qadan in.