Gefa Qeymeqamî li Nisêbînê dikan dane girtin 2022-10-08 15:26:14   MÊRDÎN - Li Nisêbînê karsaz Yûsûf Ç. anî ziman ku Qeymeqam û qeyûm Ercan Kayabaşi gef lê xwariyê û ew ji bo ku vê rewşê şermezar bike derabeyên dikanên xwe anîne xwarê.    Karsaz Yûsûf Ç. ê ku gelek şaxên pastexaneyên wî li Nisêbînê hene anî ziman ku Qeymeqam û qeyûmê Nisêbînê gef lê xwariye, polîs bi awayeke keyfî bi ser dikanên wî de digirin û bikirên wî aciz dikin, bi girtina derabayên xwe bertek nîşanî rewşê da. Li gor agihiyên hatine bidestxistin di hilbijartina Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Nisêbînê de Mahsûm Ozmen, Serdar Aytîmûr û Azîz Kizar ji bo bên hilbijartin bûn namzet. Yûsûf Ç. yê ku ji derveyî Mahsûm Ozmen ê AKP'ê di hilbijartinê de piştgiriya wî kir, bi awayekî vekirî ji bo piştevaniya namzetên din bang kir. Yûsûf Ç.'yê li ser vê yekê gef lê hatin xwarin, anî ziman ku piştî hilbijartinan jî gef xwarin berdewam kirin. Yûsûf Ç. piştî gefan bi serdagirtina polîsan re rû bi rû ma.    Yûsûf Ç. ji ber van geşedanan li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal hin parvekirin kirin û ragihand ku Qeymeqamê Nisêbînê û Qeyûmê Şaredariyê Ercan Kayabaşi gêf lê xwariye. Yûsûf Ç. di parvekirinên xwe de anî ziman ku di serdegirtinê de dehan polîs ketine dikana wî, bikirên wî di GBT’ê re derbas kirine, wêneyên dikana wî kişandine û dîmenên qemerê yên têkildarî wan kêliyan jî parve kirin.   ‘GEFÊ LI ME NEXWIN’   Yûsûf Ç. yek ji parvekirinên xwe yên li ser hev kirine de wiha got: "Ez wek welatiyekî ji Nisêbînê qeymeqamê niha weke qeymeqamê navçeyê qebûl nakim." Yûsûf Ç. di parvekirineke xwe ya din de jî wiha got: "An ez ê bibim alî, an ez ê bêm tesfiyekirin. Em tenê li aliyê Xwedayê ku em afirandine disekinin. Ez ji Xwedê ditirsim. Rizqê min Xwedê dide, herî zêde ez ê biçim.” Yûsûf Ç. di parvekirineke xwe ya din de jî bang li qeymeqam Kayabaşi kir û got: "Birêz Qeymeqamê Nisêbînê, em li pey nanê xwe ne. Bi nanê me gefê li me nexwin."    Yûsûf Ç. di parvekirina xwe ya dawî de bi bîr xist ku amirê şaxa TEM’ê yê Nisêbînê Unal Ûyar di sala 2015-2017’an de li Nisêbînê çete ava kir, gef li karsazan xwar, bi şantaj û îşkenceyê bertil ji mirovan distend û ji ber van sûcan di doza ku hatiye darizandin de 22 sal û 6 meh ceza stend û got: "Em li Nisêbînê di dema Unal’an de jî jiyan, em dizanin bê ka kî kî ye."    ‘DERABEYÊN XWE ANÎN XWARÊ’   Piştî parvekirinên xwe Yûsûf Ç. weke bertek derabeyên şaxên dikanên xwe, pêr anîn xwarê. Hat zanîn ku Yûsûf Ç. yê ku ji ber ewlehiya xebatkarên xwe û bidawîkirina zextan derabeyên xwe anîne xwarê, îro derabeyên dikanên xwe vekirine.