Li Şirnexê kesên binçavkirî hatin berdan 2022-10-08 15:44:09   ŞIRNEX - Welatiyên li navçeyên Silopiyayê û Cizîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan.   Li taxa Cudî ya girêdayî navçeya Silopiya ya Şirnexê welatiyê bi navê Mehmet Şirîn Demîrtaş û li navçeya Cizîrê jî welatiyê ku navê wî nehat zanîn ku ji ber parvekirinên medyaya dîjîtal di 6’ê cotmehê de hatibûn binçavkirin, biribûn Şirnexê. Her dû kesên ku hatin binçavkirin îro anîn Edliyeya Şirnexê. Piştî îfadeyên dozgeriyê yên li edliyeyê her du kes bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê jî bi heman daxwazê her du kes hatin berdan.