Nahêlin girtiyê nexweş Demîr biçe nexweşxaneyê 2022-10-08 16:20:42 ENQERE - Înîsiyatîfa Azadî ji bo Girtiyên Nexweş di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Yildirim Demîr ku çavê wî yê rastê ji sedî 95 nabîne. Înîsiyatîfê got ku girtiyê nexweş ji bo emeliyatê naşînin nexweşxaneyê.    Endamên Înîsiyatîfa Azadî ji bo Girtiyên Nexweş, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş her hefteyê çalakiyê li dar dixin. Endamên înîsiyatîfê di hefteya 422’yan de li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hatin ba hev. Di daxuyaniyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin û bila girtiyên nexweş bên berdan” hatibû vekirin. Di çalakiyê de gelek parastvanên mafên mirovan amade bûn. Di daxuyaniya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Yildirim Demîr ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin.    ‘ÇAVÊ WÎ YÊ RASTÊ JI SEDÎ 95 NABÎNE’   Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Enqereyê Umît Can Akbulut di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku Demîr, ji sala 1996’an heta niha di girtîgehê de ye. Akbulut, bi domdarî wiha got: “Di vê pêvajoya girtîgehê de tenduristiya wî xerab bû û pirsgirêka wî ya herî mezin jî ya çavan e. Demîr, di nameya xwe de dibêje ku çavê wî yê rastê ji sedî 95 nabîne û nayê tedawîkirin. 3 sal berê ji çavê xwe yê çepê emeliyata kataraktê bûbû. Li ser çavê wî yê çepê qirêjî heye lewma bijîşk gotiye ku divê bi lazerê bê paqijkirin. Lê dema piştre dîsa diçe nexxweşxaneyê, bijîşkeke din jê re dibêje ku hewce nake. Heta niha ji bo çavê xwe 6 caran anjiyo bûye. Li gorî agahiyên dawî yên malbata wî; êdî nikare bi tena serê xwe sexbêra xwe bike. Ji bo emeliyata lezgîn sewqa wî bo Enqereyê derketiye, heke neyê emeliyatkirin dê çavê wî kor bibe û dermanên wî bipere ne. Tevî biryara sewqkirinê jî nahêlin biçe nexweşxaneyê.”   ‘DÊ PIŞTÎ EMELIYATÊ FELC BIBÎ’   Bi domdarî Akbulut diyar kir ku li gel nexweşiyên çav, her wiha nexweşiyên kronîk ên weke bronşît,  reflûya mîde û ulserê jî hene û wiha bi dawî kir: “Ji ber sendroma rûviyan a îrrîtabl, nexweşiya wî ya hemoroîd a hundir heye. Di her du çokên wî du menuskus heye. Nexweşê prostatê yî û gelemperî di testên PSA’yê de pileya wê zêde derdikeve. Heta niha 3 caran biyopsî kiriye. Ev 6-7 sal in dermanan bi kar tîne. Di guhan de vertîgo û çingîn hene û guhên wî baş nabihîsin. Her wiha fetqa stû heye û dema ji Boluyê bo emeliyatê dişînin Nexweşxaneya Nimûne ya Enqereyê, bijîşk jê re got; ‘dê piştî emeliyatê felc bibî.’ Lewma nehat emeliyatkirin. Ji ber fitqa stû, gelek caran êşên giran dikişîne. Her wiha sînûzît û êşa serî ya kronîk didome. Ji bo apneya xewê 3 û neqla raçînkên pidiyên diran randevû dabû lê bêyî ku were tedawîkirin, tenê derman hatin nivîsandin. Di sala 2016’an de Nexweşxaneya Dewletê ya Nevşehîrê rapora ji sedî 41 astengdariyê da, sewqî ATK’ê hat kirin û ATK’ê jî got; ‘dikare di girtîgehê de bimîne.’ Divê Demîr di zûtirin demê de bê emeliyatkirin. Divê sewqî ATK’ê bê kirin û şert û mercên guncav ên tedawiyê bên amadekirin.”