Cenazeyê Akarsel li Hewlêrê ber bi Konyayê ve hat oxirkirin 2022-10-08 16:34:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel ku li Silêmaniyeyê hatibû qetilkirin, li ser milên jinan li Hewlêrê ber bi Konyayê ve hat oxirkirin.    Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel, di 4’ê cotmehê de li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federal a Kurdistanê di encama sûîqestê de hatibû qetilkirin. Cenazeyê Akarsel, li ser milên jinan li Hewlêrê ber bi Konyayê ve hat oxirkirin.    Di serî de jin, gelek kes ji bo Akarsel li Eywana Ecê Xanim a Silêmaniyeyê kom bûn. Endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî di merasîma cenazeyê de axivî û wiha got: “Guleya ku îro li Nagihanê hatiye xistin, dibe ku sibe li we û malbata we bê xistin. Bila kesek li Herêma Kurdistanê xwe nexapîne. Bila nebêjin ‘ez siyasetmedar nînim.’ Di nava van şert û mercan de xetere li ser jiyana her kesî heye.”    Di merasîma cenazeyê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Zîlan namire” hatin berzkirin û piştre jî peyama Komîteya Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê hat xwendin. Di peyamê de ji hikûmeta Iraqê, Herêma Kurdistanê û aliyên têkildar hat xwestin ku têkildarî vê dosyayê tawîzan nedin Tirkiyeyê.    'EM Ê ŞOREŞÊ MEZINTIR BIKIN’    Endama Yekitiya Jinên Kurdistanê Seywan Rostem jî axivî û ev tişt anî ziman: “Hûn nikarin bi qetilkirina Nagihanê re rê li ber xebatên jinan bigirin. Cînayetên bi vî rengî, dê bibe sedem ku em têkoşîna maf û azadiyê hêj mezintir bikin.”    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz jî bang li rayedarên başûrê Kurdistanê kir û xwest ku kujer bên dîtin, darizandin û rê li ber êrişên bi vî rengî bigirin.    CENAZE BER BI HEWLÊRÊ VE KETE RÊ   Piştî axaftinan jî ber bi Hewlêrê ve ketin rê. Piştî kar û barên hiqûqî yên li Hewlêrê, dê cenazeyê Akarsel ji ewil bibin Enqereyê û ji wir jî bibin Konyayê.