Zanîngeha Dîcleyê gefan li xwendekaran dixwe ku tev li ‘mîhrîcanê’ bibin 2022-10-08 17:04:00   AMED - Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyeyê li Sûr a Amedê “mîhrîcanê” li dar dixe. Tevî hemû bertekan jî mîhrîcan nehat betalkirin û dest pê kir. Hat zanîn ku Zanîngeha Dîcleyê gef li xwendekaran xwar ku beşdarî mîhrîcanê bibin.    Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyeyê di bi navê “Mîhrîcanên Rêya Çandê ya Tirkiyeyê” de li Amedê “Mîhrîcana Rêya Çandê ya Sûrê” li dar dixe. Malbatên ku zarokên wan li Sûrê di dema qedexeya derketina derve ya 2015’an de jiyana xwe ji dest dayîn, xelkê Sûrê yên malên wan hatine rûxandin û gelê bajar bertek nîşanî mîhrîcanê dan. Tevî bertekan jî mîhrîcan hat destpêkirin. Tê payîn ku mîhrîcan di navbera 8-16’ê cotmehê de bê lidarxistin. Hat zanîn ku Zanîngeha Dîcleyê gef li xwendekaran xwar ku beşdarî mîhrîcanê bibin.    Xwendekaran têkildarî mijarê xwe gihandin ajansa me û ji ber tirsa dûrxistina ji zanîngehê, nexwestin navên xwe aşkera bikin. Xwendekarên ku ji fakûlteyên cuda yên zanîngehê dixwînin diyar kirin ku Rêveberiya Zanîngehê li xwendekaran ferz kiriye ku beşdarî mîhrîcanê bibin û dê li qada mîhrîcanê navan kontrol bikin.    Xwendekaran bertek nîşanî gefa zanîngehê dan û diyar kirin ku tu eleqeya mîhrîcana di bin navê “çand û hunerê” de tê kirin bi çand û hunerê nîne. Xwendekaran, bi domdarî gotin ku konser û çalakiyên rasteqîn ên çand û hunerê yên li derverên cuda yên welêt tên qedexekirin û wiha domandin: “Armanca mîhrîcana olperest, paşverû û faşîzan a Amedê ew e ku asîmîlasyona çandî pêş bixin.”   Bi domdarî xwendekaran destnîşan kir ku hîndekarên zanîngehê gefa “heke hûn neyên dersê dê we tê de bihêlim” li wan xwariye û ev agahî dan: “Tevî ku ders nehatiye dayîn jî dê li qada mîhrîcanê kontrol bike bê ka kî hatiye kî nehatiye. Bi vê yekê hewl didin me bi darê zorê tevli bikin. Weke xwendekarên zanîngehê em naxwazin biçin wê derê.”