Li gelek navendên Ewropayê komploya navdewletî hat şermezarkirin 2022-10-08 22:25:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek navendên Ewropayê bi hezaran kes daketin qadan û komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin ku demildest divê Ocalan azad bibe.   Di salvegera komploya navdewletî ya di 9'ê Cotmeha 1998'an de li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat çêkirin, li gelek navendên Ewropayê hat şermezarkirin. Di çalakiyên bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê de îşaret bi tecrîda girankirî ya li ser Ocalan hat kirin û wiha hat gotin: “Demildest ji bo Abdullah Ocalan azadî.”   DANÎMARKA   Kurdistaniyên ku li Kopenhagê, komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi meşekê protesto kirin. Kurdistanî ji qada Îsraîlê heta Parlamentoya Danîmarkayê meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Apo gel e, gel vir e” û “Demildest ji bo Abdullah Ocalan azadî” hatin berzkirin. Li ber Parlamentoya Danîmarkayê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de bang li hemû hêzên demokratîk, rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên hiqûqî yên navneteweyî hat kirin ku li dijî siyaseta Tirkiyeyê rabin.    Di axaftinan wiha hat gotin: “Heta Serok Apo azad nebe, gelê kurd azad nabe.”   SWÎSRE   Di çalakiya li paytexta Swîsre Bernê de jî li ser şert û mercên tecrîdê hat sekinandin.    Çalakî li ber avahiya Parlamentoya Swîsreyê hat lidarxistin û di çalakiyê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Kurdistanî ji gelek cihên Swîsreyê tevlî çalakiyê bûn û şoreşgerên enternasyonalîst ên Swîsreyî jî piştgirî dan çalakiyê. Çalakgeran bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin.   Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku Ocalan bi berxwedana xwe komployê pûç kiriye û hat gotin ku tecrîd û çar dîwar nikarin pêşî li ber Ocalan bigirin.    Piştî axaftinan metna çapemeniyê ya bi almanî hatibû amadekirin hat xwendin.   HOLLANDA   Li bajarê Amsterdam ê Hollandayê jî meşek hat lidarxistin. Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Hollandayê, bi sedan Kurdistanî û dostên wan, daketin qadan. Di meşê de peyama Tevgera Jinan a ji bo şermezarkirina komployê hat xwendin. Di meşê de dirûşmeyên “Azadiya Rêber Apo, azadiya me ye”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.   Derya Dersîm a li ser navê Hevserokatiya DEM-NED’ê axivî, komplo û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û bal kişand ser rola hêzên navdewletî ya di komployê de. Li ser navê Înîsiyatîfa Rêbertiyê ya Rojhilatê Kurdistanê Ciwanmêr Rojhilatî jî axaftinek kir.    Di meşê de belavokên bi îngilizî û flamanî hatin belavkirin.   FRANSA   Li paytexta Fransa Parîsê jî bi pêşengiya TJK-F’yê ji bo protestokirina komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, meşek hat lidarxistin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn. Girseya ku li qada Repûblîqûeyê hat ba hev, pankartên li ser “Azadiya Rêbertiya me azadiya me ye” hatibû nivîsîn û wêneyên Ocalan hilgirtin.   Kurdistaniyên ku ber bi qada Stalîngradê ve dest bi meşê kirin, dirûşmeyên bi Fransî yên “Ji bo Abdullah Ocalan azadî” berz kirin û komploya navdewletî şermezar kirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bimire dewleta Tirk a faşîst” û “Jin jiyan azadî" hatin berzkirin û TJK-F’ê belavoka têkildarî mijarê belav kir. Her wiha ji bo PKK ji lîsteya “rêxistinên terorê” ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin, îmze hatin berhevkirin.   Di çalakiyê de Hevserokên CDK-F’ê Xanê Akdogan û Abdullah Ulmez yek bi yek daxuyanî dan û gotin ku heta Rêberê PKK'ö Abdullah Ocalan azad bibe wê li qadan bin.   Çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.’   Li Marsîlyayê jî bi hezaran kes hatin ba hev û bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkanê, bi meş û mîtîngê Komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin. Kurdistanî û dostên wan ên ku ji Dragûîgnan, Montpellîer, Marîgnaneê hatin, saet di 14.00’an de li qada Canabîere a Marsîlyayê ber bi qada Vîeûx Portê ve meşiyan.   Di meşê de pankarteke mezin a bi Fransî li ser “Azadiya Abdullah Ocalan, azadiya me ye” nivîsandî hat hildan. Girseyê, qetilkirina Endama Akademiya Jineolojiyê Nagihan Akarselê şermezar kir û dirûşmeyên "Bimire xiyanet" û "Jin, jiyan, azadî" berz kirin.    Çalakî, bi mîtîngê dewam kir. Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Tevgera Ciwanên Şoreşger axaftin hatin kirin. Zozan Serhat ku li ser navê TJK-F’yê axivî wiha got: “Azadiya Rêber Apo, destpêka azadiya jinan e.’   Salvegera 24’an a komploya navdewletî ya 9’ê Cotmeha 1998’an, ji aliyê Kurdistaniyên li bajarê Rennes ê Fransayê û li bajarên derdorê dimînin û dostên Kurdistaniyan ve hat protestokirin. Kurdistanî û dostên wan ku saet di 18.00’an de li qada Charles de Gaûlles hatin ba hev, piştî deqeyek rêzgirtinê, bi dirûşmeyan komploya navdewletî şermezar kirin û dest bi meşê kirin. Dostên kurdan jî bi reng û dengê xwe tevlî meşê bûn. Belavokên bi fransî yên li ser komploya navneteweyî hatin belavkirin.   Kurdistanî û dostên wan ku tevlî çalakiya protestoyî bûn, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bimire Komploya Navneteweyî” berz kirin û li qada Charles de Gaûlles dest bi mîtîngê kirin.   Di axaftinên li qada mîtîngê hatin kirin de komploya navdewletî hat şermezarkirin û wiha hat gotin: “Bi sekin û xwedîderketina gelê kurd a li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, komploya navdewletî hat pûçkirin. Faşîzma AKP-MHP’ê bi pêkanîna tecrîda giran a li ser Rêbertiya Gelê Kurd û bi bikaranîna çekên kîmyewî rêgezên şer ên navneteweyî binpê dike. Bi polîtîkayên qirkirina siyasî, destkeftiyên kurdan ku bi berdêlên giran bi dest xistine, dike hedef. Heta tecrîd ji ser Rêberê Gelê Kurd ranebe û bi fizîkî azad nebe, em ê li qadan bin.”   Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.