ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2022'YAN 2022-10-09 09:00:10 * Şanoya Bajêr a Amedê dê di navbera 20-30'yê Cotmehê de bi dirûşmeya “Va Cûdî û va ye ev ax!” 8’emîn Mîhrîcana Şanoyê li dar bi * Bi biryara Serokkomarê AKP'î Erdogan du girtî hatin berdan. Selma Ozkan, keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan bal kişand ser vê biryarê û wiha got: “Eger edalet hebe, divê ji bo her kesî be."   * Endama Meclîsa Jinan a KESK'ê ya Stenbolê Bîrcan Dag diyar kir ku Tifaqa Cumhûr û Miletê ji ber ku xwedî ferasetak serdest in tiştekî ku bidin jinan tune ye û bang li jinan kir ku piştgiriyê bidin Îtîfaqa Ked û Azadiyê.   * Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma diyar kir ku li bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ku 3 sal berê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibûn dagirkirin, mirov nikare behsa ewlehiyê bike û wiha got: "DAIŞ'a ku bi pêşengiya kurdan ji aliyê gelan ve hat têkşikandin, hewl dide ku li van deverên hatine dagirkirin cardin xwe bihêz bike."    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar dê di roja 580’emîn de berdewam dike.    * Di pêşengtiya KCD, HDK, TJA, DBP, HDP û rêxistinên sivîl ên civakî de wê bi boneya salvegera komploya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Amed, Stenbol, Wan, Riha, Îzmîr, Cizîr, Qoser, Bazîd û Geverê bi dirûşmeya “Ber bi azadiyê ve dimeşin” meş bên lidarxistin. (13.00-15.00)