8'emîn Mîhrîcana Şanoyê dest pê dike: Va Cûdî û va ye ev ax! 2022-10-09 09:01:07   AMED - Şanoya Bajêr a Amedê dê di navbera 20-30'yê Cotmehê de bi dirûşmeya “Va Cûdî û va ye ev ax!” 8’emîn Mîhrîcana Şanoyê li dar bixe.   Şanoya Bajêr a Amedê dê bi dirûşmeya “Va Cûdî û va ye ev ax!” li avahiya xwe ya li semta Dîclekentê ya navçeya Peyas a Amedê 8’emîn Mîhrîcana Şanoyê li dar bixe. Mîhrîcan, dê di navbera 20-30’yê Cotmehê de bê lidarxistin.  Di mîhrîcanê de, dê lîstikên bi navê “Hema Hema Jin Elîzabeth," "Tayo, Datdat ve Oncekî Bazi Hayatlar (Hin jiyanên beriya niha)," "Qesra Balindeyên Xemgîn," "Bîrdank," "Serbaz," "Kas W Hanvin," "Morî," "Çîrokeke Cengê," "Tu Ne Gara Yî," "Son Çagri," "Dansoz," "Dek û Dolabên Scapen," "Qabûza Merûyan," "Kûçikê Stalîn," "Jiyan ji te pir hez dikin (Hayat Senî Çok Seviyorûm)," "Lîstik," "Serencama Qijikan" û "Haylo Dîsa Tevlihev Bû” bên lîstin. Her wiha dê kargeha “Derhêneriyê” û semînerên bi sernavên “Şano û dem” , “Girîngiya Şano û Şanonameya kurdî” bên lidarxistin. Mîhrîcan dê bi lîstika “Hema Hema Jin Elîzabeth” dest pê bike û bi lîstika “Haylo Dîsa Tevlihev Bû” bi dawî bibe.   Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Yavûz Akkûzû têkildarî mihrîcanê axivî.   ‘BERTEKEKE GELEKÎ MEZIN E'   Şanoger Akkûzû da zanîn ku îsal ew ê 8’emîn mihrîcana xwe li dar bi xin. Akkûzû bibîr xist ku gava qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin ew ji şaredariyê veqetiyane û bi xwe şanoya xwe ava kirine. Akkûzû di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li gorî min avakirina vê şanoyê bertekeke gelekî mezin e, li dijî zextên siyaseta Tirkiyeyê yên li şanoya kurdî. Şanoyên taybet, ji aliyê aboriyê û ji aliyê naverokê ve dikarin bi rihetî mihrîcanan li dar bixin. Gelê kurd li dijî polîtîkayên desthilatê çawa disekine, em şanoger jî li dijî wan polîtîkayan disekinin. Ji bo me gelekî watedar e ku ji şanoyê heta perwerdehiyê em her tiştên xwe bi xwe dikin.”   Akkûzû têkildarî naveroka mihrîcanê de jî da zanîn ku ji Kerkuk, Dihok, Ûrmiye, Ewropayê û gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê lîstik hatine û got ku dê di mîhrîcanê de 18 lîstik bên lîstin. Akkûzû diyar kir ku dê di mîhrîcanê de semîner û kargeh jî bên lidarxistin.    ‘VA KURD Û VA YE BERHEMÊN WAN’   Akkûzû ji bo dirûşmeya “Va Cûdî û va ye ev ax!” a mîhrîcanê jî ev tişt gotin: “Ji talankirina xwezayê û her wiha ji dirûşmeya ‘Va kurd û va ye berhemên wan’ tê. Yanî em dibêjin ku em li vir in û karê xwe dikin. Ev dirûşme divê tenê bi şanoyê neyê girêdan. Em hunermend û şanoger berpirsyarên xwezaya xwe û zimanê xwe ne jî. Her wiha hewce ye em berpirsyariya parastina mafên gelê kurd jî bigirin ser milê xwe. Ji ber vê yekê me ev dirûşme bi kar anî.”    ‘LI DIJÎ VÊ BIŞAVTINÊ ŞANOYA KURDÎ BIŞOPÎNIN’   Akkûzû di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Di van deman de dê li Sûrê, ji aliyê Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê û Şaredariya Sûrê ve mîhrîcanek çêbibe. Li gorî min ev mîhrîcan, qeyûman meşrû dike û çandeke wisa tîne ku kurdan bipişivîne. Dixwazin trajediya di nava Sûrê de pêk hatî, bi hunerê ji holê rakin. Lê ew trajedî çi bi zimanê me çi jî bi çîrokên me, divê kêm nebe. Bila gelê kurd li dijî vê bişavtinê şanoya kurdî bişopîne. 18 lîstik dê werin pêşkêşkirin û 12 ji wan dê cara ewil li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê bên lîstin. Bila şanohez werin û lîstikên cur bi cur temaşe bikin.”