‘DAIŞ xwe li Serêkaniyê û Girê Spî birêxistin dike' 2022-10-09 09:16:58 RIHA - Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma diyar kir ku li bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ku 3 sal berê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibûn dagirkirin, mirov nikare behsa ewlehiyê bike û wiha got: "DAIŞ'a ku bi pêşengiya kurdan ji aliyê gelan ve hat têkbirin, hewl dide ku li van deverên hatine dagirkirin cardin xwe bihêz bike."    Bi ser dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re 3 sal derbas bûn ku di 9’ê Cotmeha 2019’an de ji aliyê Tirkiyeyê û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ku Tirkiye piştgiriya wê dike hatibûn dagirkirin. Ji roj ev bajar hatine dagirkirin ve sûcên wekî revandin û qetilkirina mirovan, xesp, destdirêjî û guherandina demografiyê tên kirin. Ev bajarên ku veguherîne baregehên hêzên paramîlîter ji bo herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dibin cihê xetereyek mezin. Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê, di êrîşên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de 429 welatî hatine qetilkirin û zêdetirî 450 hezar welatî hatine girtin û revandin.   Li Girê Spî zêdetirî 100 hezar kes û li Serêkaniyê jî zêdetirî 200 hezar kes ji Serêkaniyê hatine koçberkirin. Ji Tirkiyeyê jî 6 hezar penaber li Girê Spî û zêdetirî hezar û 800 DAIŞ'î jî tevî malbatên xwe li Serêkaniyê hatine bicihkirin.    Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Cûma binpêkirinên mafên mirovan ên li herêmê û bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.   'SIVÎL HEDEF HATIN GIRTIN'   Evîn Cuma bibîr xist ku di ser dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî re 3 sal derbas bûne û got ku piştî dagirkeriyê li herêmê gelek guhertin çêbûne. Cûma anî ziman ku bi deh hezaran kes neçar mane dest ji axa xwe berdin û wiha got: “Piraniya kesên neçar man koç bikin kurd in. Ji destpêka êrişên dagirkeriyê ve, êrişên hovane li dijî gel tên kirin. Çekên giran hatin bikaranîn û di encamê de gelek sivîl hatin qetilkirin. Di êrîşan de welatiyên sivîl bi zanebûnî hedef hatin girtin. Ên nekuştin jî ew koçber kirin û dest danîn ser erdên wan û xaniyên wan. Kesên ku nexwestin dest ji malên xwe berdin hatin revandin û bi fîdyeyeke zêde hatin berdan. Jiyana li her du bajaran jî pir zehmet e. Kesên ku tên girtin û revandin rastî îşkenceyê tên. Bi qasî ku me tespît kiriye di 3 salan de zêdetirî 450 hezar kes hatine girtin û revandin."   'DAIŞÎ ANÎNE VAN DERAN'   Evîn Cûma da zanîn ku hin kesên ku li herêmê hatine desteserkirin di girtîgehên Tirkiyeyê de tên girtin û wiha got: “Kesên tên girtin li gorî qanûnên Tirkiyeyê tên darizandin û cezakirin. Gelek kes bi cezayê muebbedê hatine cezakirin. Niha nêzî 400 hezar kesên ji Serêkaniyê û Girê Spî ji malên xwe dûr, di şert û mercên zehmet de li kampan dimînin. Armanca vê zilmê ji bo guherandina demokrafiyê ye. Li şûna xwecihên van deran malbatên çeteyên DAIŞ'ê hatin bicihkirin. DAIŞ'a ku bi pêşengiya kurdan ji aliyê gelan ve hat têkbirin, hewl dide ku li van deverên hatine dagirkirin cardin xwe bihêz bike."    Evîn Cûma anî ziman ku kesên ev her du bajar xistine destê xwe car carinan ji ber "payêkirina xenîmetê" bi hev dikevin û wiha domand: "Di van pevçûnan de bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Tirkiye, bi armanca 'avakirina qadeke ewle' dagirkeriya xwe parast li bara hêzên navneteweyî. Lê ne mimkun e ku mirov li van derena behsa ewlehiyê bike. Ji bo kesên ku li vê herêmê hatin bicihkirin gelek gund hatin avakirin."    Cûma bi lêv kir ku tiştên li herêmê diqewimin li ber çavên hêzên navneteweyî pêk tên û wiha got: “Hêzên garantor ên li herêmê ji bo tiştên diqewimin deng ji xwe dernaxin. Qîma xwe tenê bi raporan tînin. Çendî binpêkirinên mafan ên li herêmê hatine raporkirin û sûcdariya Tirkiyeyê hatiye belgekirin jî heya niha tu ceza nehatiye dayîn. Ji bo gelên herêmê vegerin ser axa xwe û bi awayekî ewle bijîn, divê Tirkiye ji herêmê bê derxistin."   'JIN HEPSÎ MALÊ HATIN KIRIN'   Evîn Cûma destnîşan kir ku Serêkaniyê û Girê Spî beriya dagirkirinê ji bo jinan bajarine bibandor bûne û xwe bi xwe bi rê ve dibirin û wiha got: “Jinên ku xwe bi rê ve dibirin rastî îşkence, revandin û destavêtinê hatin. Gelek jinên di girtîgehan de hatin girtin mirin. Feraseta DAIŞ’ê jinê ji her aliyê jiyanê dûr xistiye. Dixwazin jinê cardin bikin kole û wan hepsî malê dikin. Nahêlin jin di qada sivîl de bên xuyakirin, ev hatiye qedexekirin."    BANG LI GELAN KIR   Evîn Cûma bang li welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin û wiha got: “Tirkiyeya ku êrîşên wê yên li ser herêmê didomin, ji bo êrişine nû gefan dixwe. Qebûlkirina dagirkeriyeke nû ne pêkan e. Divê her kes tirsê deyne aliyekî û li ber xwe bide. Dagirkirina axa mirov tê wateya mirina mirov. Divê kes nehêle herêm ji mirovan bê xalîkirin. Divê her kes bi hev re li dijî êrîşan rabe û bitêkoşe. Divê her kes li dijî şerê taybet xwe amade bike. Ger gel yekgirtî be, dê kes nikaribe wan bi darê zorê ji axa wan derîne."   MA / Emrûllah Acar