Keça girtiyê nexweş Ozkan îşaret bi biryara Erdogan kir: Edalet divê ji bo her kesî be 2022-10-09 09:17:48   AMED - Bi biryara Serokkomarê AKP'î Erdogan du girtî hatin berdan. Selma Ozkan, keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan bal kişand ser vê biryarê û wiha got: “Eger edalet hebe, divê ji bo her kesî be."   Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan, cezayê du girtiyan "efû" kir. Li gor biryara di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin, Erdogan cezayê Hasan Şen ê 54 salî ku ji ber "bazirganiya madeyên hişbir" û "gefxwarina biçekê" 24 sal ceza lê hatibû birîn û cezayê Bîlal Konakçî yê 45 salî ku bi sûcê "FETO"yê di sala 2018'an de 7 sal û 5 meh ceza lê hatibû birîn "efû" kir. Di biryarê de ji bo her du girtiyan hatiye gotin ku ji ber ku nexweş û astengdar in hatine efûkirin.   Li gorî rapora Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş hene û ji van girtiyan rewşa 38 girtiyan giran e. Girtiyên nexweş ên di lîsteya ÎHD'ê de tevî ku raporên wan ên "nikarin di girtîgehê de bimînin" hene jî nayên berdan. Ji van girtiyên rewşa wan giran yek jê jî Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ye.    ‘HERÎ KÊM HEFTÊ 2 CARAN DIÇE NEXWEŞXANEYÊ   Ozkan, 27 sal in girtiye. Di van salên dawî de guatira bijehr, nexweşîna guh û çavan, nexweşiya helandina hestiyan lê peyda bûne. Her wiha Ozkan heya niha 5 caran qeyrana dil derbas kiriye û ji ber vê 4 caran jî anjiyo bûye. Herî dawî di 2'yê Îlonê de ji ber nexweşiya dil ew rakiribûn nexweşxaneyê û rîtma dilê wî ji sedî 40 kêm bûye. Ozkan sê rojan li nexweşxaneyê mabû û piştre ew bi awayekî kelemçekirî cardin biribûn Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê.   Di sala 2015'an de Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" dabû Ozkan. Lê Saziya Tiba Edlî (ATK) jî berkesê vê raporê, rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" daye Ozkan. Ozkan ji ber rapora ATK'ê nayê berdan.   Selma Ozkan, keça Mehmet Emîn Ozkan, îşaret bi nexweşînên bavê xwe û temenê wî kir û bertek nîşanî biryara Erdogan da ku cezayê Hasan Şen ê ji ber “bazirganiya tiryakê û gefxwarina bi çekê" û "Bîlal Konakê "endamtiya rêxistina FETO'yê" hatibûn girtin efû kir.    Keça Ozkan wiha got: “Bavê min ji ber ku kurd e nayê berdan. Eşkere bûye ku tu eleqeya bavê min bi bûyera li Licê çêbû tune ye. Hemû cîhan bi vê dizane. Dema bavê min bê berdan, dê doza Licê jî betal bibe. Ji bo ev doz betal nebe û di stuyê bavê min de bimîne, bavê min bernadin. Edalet tune ye. Eger edalet hebe, divê ji bo her kesî be. Lê em dibînîn ku edalet tune ye. Ji ber vê ev 11 meh in malbatên girtiyan di Nobeda Edaletê de ne. Heya niha gelek cenaze ji girtîgehan derketine. Êdî em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Rewşa girtiyên nexweş giran e û her ku diçe girantir dibe. Ji bo girtiyên nexweş Wezîrê Dadê gotibû, dema Meclis vebe em ê vê mijarê têxin rojeva Meclisê û di nava hefteyekê de hel bikin. Lê ji bo girtiyên nexweş sibeh dê bi derengî bikeve."