Komplo li Dîlok û Semsûrê hat şermezarkirin 2022-10-09 14:54:27   DÎLOK/SEMSÛR – Di daxuyaniyên li Dîlok û Semsûrê de Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat şermezarkirin.    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA), 24’ê emin salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Dîlokê protesto kirin. Daxuyanî li Parka Yeşîlsuyê hat dayîn û endam û rêveberên Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP), Partiya Kedê (EMEP), Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Dîlokê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dîlokê û Hewldana 78’an a Dîlokê di daxuyaniyê de amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em, li dijî komplo, tecrîd û terkkirina girtiyên nexweş a li mirinê ber bi azadiyê ve dimeşin” hatibû vekirin.    Hevserokê HDP’a Dîlokê Avnî Bînîcî di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku bingeha esasî ya pirsgirêkên Tirkiyeyê, pirsgirêka kurd e ku ev 100 sal in didome. Bînîcî, di berdewamê de got ku dewletê çav û guhên xwe li pirsgirêka kurd girtine û hewl dide bi zext, tepisandin û pişaftinê çareser bike.    ‘HEKE DERIYÊ ÎMRALIYÊ BÊ VEKIRIN DÊ ŞER BI DAWÎ BIBE’   Bi domdarî Bînîcî bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan ev 23 sal in bênavber didome. Divê di zûtirin demê de dawî li vê tecrîdê bînin. Desthilatdarî dixwaze bi rêya faşîzmê hebûna xwe bidomîne û sedema tecrîdê ya bingehîn jî ev e. Nêzî 19 meh in tu agahî ji birêz Ocalan nayên girtin. Li holê bêedaletiyek heye. Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Zîhniyeta faşîst a AKP-MHP’ê ku bi sala ye hebûna xwe bi şer û pevçûnan didomîne, baş pê dizanin ku heke deriyên Îmraliyê bên vekirin, dê şer û pevçûn bi dawî bibin. Gelê kurd li her deverê dibêje ku bi gurtûgoya bi birêz Ocalan re dikare rê li ber şer were giritn. Ev guftûgo, dikare di nava hefteyekê de dawî li mirinan bîne. Heke îro karkerek nekare pariyekî nan bibe mala xwe, sedema vê ev şer e.”   Daxuyanî, bi dirûşma “Li dijî tecrîdê em mil bidin milê hev”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” bi dawî bû.    ‘TECRÎD SÛCEKÎ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’   Di daxuyaniya li Semsûrê de jî aktîvîstên TJA’yê, endam û rêveberên Rêxistina HDP’a Bajar, Partiya Çepa Kesk û gelek welatî amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye, bila tecrîd were rakirin, rêya çareseriyê bê vekirin” hatibû vekirin. Hevserokê HDP’a Semsûrê Bekir Gurbuz di daxuyaniyê de axivî. Daxuyanî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.