Panoya ‘Mîhrîcana Sûrê’ bi serê parêzerekê ket 2022-10-09 17:35:57   AMED - Panoya reklamê ya “Mîhrîcan Rêya Çandê ya Sûrê” ku ji aliyê qeyûm û Wezareta Çand û Tûrîzmê ve tê lidarxistin, bi serê parêzerekê ket.    Panoya reklamê ya “Mîhrîcan Rêya Çandê ya Sûrê” ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya di bin rêveberiya qeyûm de û Wezareta Çand û Tûrîzmê ve tê lidarxistin, bi serê parêzer Dîlan Dîdem Dûrak ket. Di bûyera ku li ber Navenda Çandê ya Sezaî Karakoç ku Baroya Amedê Lijneya xwe ya Giştî lê lidarxist, pêk hat de parêzer Dûrak bi awayekî sivik birîndar bû. Hate hînbûn ku rewşa Dûrak baş e.