'Abdullah Ocalan ji destpêka têkoşînê ve dibêje aştî’ 2022-10-09 17:40:28   ENQERE - Parêzer Dogan Erbaş anî ziman ku komploya li dijî Ocalan hat nîşandan bi ser neket û Ocalan ji destpêka têkoşînê ve rêya aştiyê bijartiye.    TJA, HDP, DBP, MED TUHAD-FED li avahiya HDP’a Enqereyê têkildarî destpêka komploya navnetewî ya di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan panel li dar xist. Gelek kes beşdarî panelê bûn. Parêzerê Ocalan û endamê Meclisa Partiyê yê HDP’ê Dogan Erbaş di panele de axivî û destnîşan kir ku kompoloya li dijî Ocalan negihîştiye armanca xwe û wiha got: “Hem di warê têkoşîn û berxwedana gelê kurd de û hem jî di warê têkoşîn û berxwedana birêz Ocalan de li Îmraliyê da nîşandan, komplo bi ser neket û negihîşt armanca xwe. Birêz Ocalan ji destpêka têkoşînê ve rêya aştiyê bijartiye. Tevî ku gelek caran birêz Ocalan agirbest ragihand û dest bi pêvajoya diyalog û aştiyê kir jî lê ev nîvco hiştin. Bangên aştî û çareseriyê yên birêz Ocalan ji aliyê muxatabên xwe ve nayên qebûlkirin. Ji ber muxatabên rasteqîn derneketin, ev yek hat van rojan.    LI ESKÎŞEHÎRÊ DAXUYANΠ   Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Eskîşehîrê jî bi minasebeta destpêka komploya li dijî Ocalan, li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Hevseroka HDP’a Eskîşehîrê Şukriye Ercan di civînê de axivî û destnîşan kir ku tevî komplo û tecrîda dijwar jî ew ber bi azadiyê ve dimeşin. Ercan got komplo bi hemû dijwariya xwe didome û ew ê têkoşîna xwe li dijî tecrîdê bidomînin.