Nûnerên partî û saziyan çûn serdana şîna Şik û Kûrtûlûş 2022-10-09 19:30:39   AMED - Li Amedê nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl çûn serdana şîna endamên HPG’ê Rojda Şik Umît Kûrtûlûş ên di şerên cuda û de jiyana xwe ji dest dabûn.    Endamên YJA-Starê Gulistan Canbey (Asû Têkoşîn) û Rojda Şik (Evîn) di 18’ê îlonê de li gundê Dara yê navçeya Geverê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê Şik li navçeya Karaza Amedê hatibû veşartin. Endamê HPG’ê Umît Kûrtûlûş (Tohildan Hêvî) jî li herêma Zapê ya başûrê Kurdistanê jiyana xwe dest dabû.   Îro bi pêşengiya Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) de rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), navend û navçeyên Pasûr, Farqîn, Bismil, Çinar, Peyas, Sûr, Rezan, Yenîşehîr, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78’an û gelek welatî çûn serdana şîna malbata Şik a li navçeya Karazê hatiye dayîn.    Di şînê de deqîqeyek rêz hat girtin û dirûşma “şehîd namirin” hat berzkirin. Dayika Şik, Fahriye Şik spasiya mêvanên xwe kir.    Hevseroka MEBYA-DER’ê Meryem Soylû axaftinek kurt kir û wiha got: “Em ji bo şehîdên xwe çi bêjin têr nake. Şehîdên me roja me ya tarî ronî kirin. Li dijî tang û topan li ber xwe dan. Mirov dimire lê belê şehîd namirin her tim wê sax bin. Bila tu kes ne bêje ev zorak hatine xapandin. Zarokên me ne hatine xapandin, zilm û wahşet dîtin ku berê xwe dan çiya. Canê xwe ji bo welatê xwe feda kirin. Em ê her tim di şopa wan de bin.    ŞÎNA KÛRTÛLÛŞ    Piştî serdana şîna Şik, girse çû serdana sersaxiya endamê HPG’ê Umît Kûrtûlûş a li  Mala Şînê ya Şemrexê ya li navçeya Rezana Amedê. Ji malbatê re sersaxî hat xwestin.