Amedspor di deplasmana Çorûmsporê de 2-0 bi ser ket 2022-10-09 21:43:09   AMED - Amedspor li deplasmana Çorûmsporê 2-0 bi ser ket û vê hefteyê 3 puan wergirt.    Di Koma Spî ya Lîga 2'yemîn a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de Amedspor di heftaya 9’emîn de li deplasmana Çorûmsporê lîst. Amedspor li hemberî Çorûmsporê 2-0 bi ser ket.   Ji bo aligirên Amedsporê maç qedexe bû. Maç li Stada Bajarê Çorûmê hat lîtin. Di beşa ewil a maçê de tîman gol neavêtin hev.    Di beşa duyemîn a maçê de lîstikvanê Amedspor Serdar Eylîk di deqîqeya 64’an de gol avêt Çorûmsporê bi 1-0 ket pêş. Amedsporê gola duyemîn jî di deqîqeya 74’an de ji aliyê Taner Gumuş ve avêt û skor bû 2-0.    Amedspor li hemberî Çorûmsporê 2-0 bi ser ket û vê hefteyê 3 puan wergirt. Amedspor puanê xwe kir 16 û di rêza lîgê de bû 3’yemîn û Çorûmspor jî di 16 puanan de ma û di rêza 2’yemîn a lîgê de ma.