Li Stenbol û Wanê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan 2022-10-09 23:55:25     STENBOL/WAN - Li Stenbol û Wanê kesên di protestokirin komploya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Li Stenbol û Wanê di xwepêşandanên li dijî salvegera destpêkirina komploya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de polîsan êriş kiribû û kesên hatibûn binçavkirin, piştî karûbarên binçavkirinê hatin berdan. Li navçeyên Stenbolê 42 kesên hatibûn binçavkirin piştî karûbarên îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê hatin berdan. Li Wanê jî 55 kesên hatibûn binçavkirin piştî îfade dan Midûriyeta Polîsan a Wanê hatin berdan.