Walitiyê tundiya polîsan parast: Xwe avêtin erdê 2022-10-10 08:39:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Walitiya Colemêrgê birîndarbûna parlamenterên HDP’ê Habîp Eksîk û Saît Dede ya di encama tundiya polîsan de bi gotinên “Bi armanca feraseta ku bêjin hatine derpkirin ava bikin xwe avêtin erdê” parast.    Walîtiya Colemêrgê der barê tundiya polîsan a ku duh li navçeya Geverê li dijî meşa komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat de daxuyaniyek da. Walîtiyê îdîa kir ku Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Habîp Eksîk ê ku di êrîşa polîsan de lingekî wî di du cihan re şikest û Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede yê ku rakirin nexweşxaneyê “Ji bo ferasetekê biafirînin xwe avêtine erdê.” Di berdewama daxuyaniyê de Walitiyê wiha got: “Parlamenterên di nava komê de ji bo feraseta ku ji aliyê peywîrdarên me ve hatine derbkirin û peywîrdarên me hêzeke zêde bikaranîne biafirînin, di dema aloziyê de xwe avêtine erdê. Pişt re dîmenên birîndarbûnê bi rêya medyaya dîjîtal parve kirine.”