Erol ê di komkujiya 10'e Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû hat bibîranîn 2022-10-10 11:14:41   AMED -  Abdûllah Erol ku di Komkujiya 10'ê Cotmehê ya di sala 2015'an de jiyana xwe ji dest dabû li Amedê li ser gora xwe hate bibîranîn.    Di êrişa DAIŞ'ê ya li dijî mitînga "Aştî û Demokrasiyê" ya di 10'ê Cotmeha 2015'an de li Qada Garê ya Enqereyê hate lidarxistin de 104 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Platforma Ked û Demokrasiye ya Amedê, Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amedê, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) di salvegera komkujiyê de Abdûllah Erol ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû li ser gora wî ya li goristana Yenîkoy a navçeya Rêzan a Amedê ew bi bîr anîn.    ‘HETA ARMANCA WAN PÊK WERE TEKOŞÎNA ME DÊ BIDOMÊ’    Li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, endama Lijneya Rêveberiya SES'ê Gulhan Tekin di bîranînê de axivî. Tekîn bi lêv kir ku ew mitîng ji bo aştî, wekhevî û lêgerîna edaletê bû û wiha got: “104 hevalên me şehîd bûn. Lê mixabin ne rayedarên desthilatê ne jî xebatkarên cemaweriyê ku berpirsyar bûn hatin darizandin. Em jî heta armanca wan ya, wekhevî, aştî û edaletê pêk were dê tekoşîna xwe berdewam bikin.”   Piştî axaftinê girseyê deqîqeyekê rêz girt û bernameya bîranînê bi danîna qûrnefîlan a li ser gorê bi dawî bû.