Eksîk ê HDP’î ku di êrişa polîsan de linge wî şikestibû emeliyat bû 2022-10-10 11:22:08   COLEMÊRG - Parlamenterê HDP’ê Habîp Eksîk ku li navçeya Geverê di êrişa polîsan de lingê wî şikestibû, îro serê sibê li Enqereyê emeliyat bû.    Li navçeya Gevera Colemêrgê komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi meşekê duh hate şermezarkirin. Polîsan êrişî meşê kir û lingê parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Habîp Eksîk di du cihan re şikand. Eksîk ji bo dermankirinê duh birin Enqereyê. Hate zanîn ku Eksîk di saetên serê sibê de emeliyat bûye û dê demekê di nexweşxaneyê de bimîne.